Li Kirmaşanê pirsgirêka ava paqij û nexweşiya losemî rû da 12:07 06.07.2018 Îbrahîm Şakîba ê berpirsyarê Navenda Tendirûstiyê ya Kirmaşanê, anî ziman ku li gundên ku di dema nêz de erdhej lê çêbûye, pirsgirêka ava paqij didome.  Şabîka anî ziman ku li bejahiyê, ava sererdê û ya çeman dibe çavkaniya pirsgirêkan, kurmik û kêzik dibin sedema nexweşiya losemiyê. Her wiha Solas Babacanî jî anî ziman ku ava paqij a gundê Şarpolê Zahab ku erdhejê lê dabû, nemaye.  12’ê Mijdara 2017’an erdhejeke bi rêjeya 7.3’an ku navenda wê Kirmaşan bû pêk hatibû û di erdhejê de herî kêm 620 kesan jiyana xwe jidest dabû, 8.500 kes jî birîndar bibûn. Li her ku diçe ziwabûn zêde dibe. Li gorî mixalifan, polîtîkaya hikumetê ya hawirê û nerêtiyên wê pirsgirêkan girantir dike.