Kêlikeke dîrokî ya fermandarekî kurd li Qudsê 11:39 15.07.2018   Ev kêlik, kêlikeke dîrokî ye, a ku li Filêstînê hatîye dîtin û vêga li Mûzeya Îslamê ya Mizgefta El Aqsa (HaremûşŞerîf) a Qudsê tê parastin. Kêlik, ya yek ji fermandarên kurd yên Silhedîn ê Eyûbî ye. Navê wî Şervan El Hekarî ye û di sala 1191-an, dema Silhedîn de û şerê nav bera Eyûbîyan û Xaçparêzan de rû daye de mirîye. Wergera kêlikê li jêr e: " Bi navê Xwedayê mezin û dilovan... Şervan(Sharwa) ê Dawûd ê Ibrahîm ê Hekarî (al-Hakkarî) Xwedê rehma xwe li vî kesî bike ku li erdê Ramallah şehîd ketîye Di meha Zilhicce a sala 587-an de (1191 Mîladî) Rehma Xwedê lê û li kesên ku jê re rehma Xwedê dixwazin be, Amîn. Ya Xwedayê aleman, Amîn...." (Werger, ji teksta wê ya bi ingilîzî ye) Divê bê zanîn ku, Silhedîn ê Eyûbî û bi taybetî mamê wî Şêrko, artêşa xwe bi piranî ji şervan û siwarîyên kurd ava kiribû û êl û eşîrên Hekarîya jî di artêşa wan de cihê girîng digirt. Şervan ê Dawûd ê Ibrahîm ê Hekarî jî, dibeyeke mezin yek ji wan serokeşîr û fermandarên kurd e... (Amadekar: Murat Boran)