Girtina heyvê ya herî dirêj a vê sedsalê di 27’ê Tîrmehê de ye 11:06 24.07.2018 Girtina heyvê ew ê li gelek cihên dinyayê were temaşekirin. Girtina heyvê ya di 27’ê Tîrmehê de ew ê ya herî dirêj a vê sedsalê be û ew ê divê heyvgirtinê de heyv sor be. Li Ewrûpayê ew ê heyvgirtin bi qasî 103 deqîqeyan bidome. Yên li Afrîka û Asyayê jî ew ê bi qasî 4 saetan karibin li vê rewşê temaşe bikin. Ji bo girtina heyvê tu tevdîr hewce nake. Li gelek bajarên Ewrûpayê heke rewşa hewayê guncav be, ew ê girtina heyvê karibe were temaşekirin. Wê girtina heyvê di saet 21.30’an de dest pê bike û heta 01.28’an ew ê bidome. ANF