Bîbliyografya Kirmanckî derket 09:40 14.09.2018 Bîbliyografya ji metnên di navbera salên 1963-2017'an de hatine nivîsandin û weşandin pêk tê. Di bîbliyografyayê de 6330 nasname hene. Bîbliyografya ku weke karekî masterê hate amadekirin, bi şêwirmendiya Kurdolog Mehemed Malmîsanij di nava 3 salan de hate amadekirin. Tevî ku sala 1963'an (Rojnameya Roja Newe) weke mîlada nivîsa serdema nûjen a zaravayê Kirmanckî tê dîtin jî, hîmên wêjeya Kirmanckî bi Kovara Tîrêj hatin danîn ku sala 1979'an dest bi weşanê kir. Koma Kar a Vate ku karê standardîzasyon û arşîvkirinê dike, piştî ku sala 1996'an li Swêdê ava bû, lîteratura nivîskî ya zaravayê Kirmanckî jî bi pêş ket. Hejmara xwendevan û nivîskarên Kirmanckî jî li gorî berê zêde bû. Li gel zor û zehmetiyên giran jî mirov dikarin bêjin ku Kirmanckî êdî xwedî danheviyeke nivîskî ye. Ev kar jî ji sê beşan pêk tê. Beşa destpêkê bîbliyografya ye. Giraniyê dide ser cûreyên bîbliyografya û bîbliyografyayên li ser Kurdan hatine amadekirin. Beşa duyemîn jî 332 sernav û navdankên pirtûkan e ku li gorî cûreyên xwe hatine tesnîfkirin. Beşa sêyemîn jî sernav û navdankên 5998 metnên hatine weşandin e ku li gorî cûreyên xwe hatine tesnîfkirin. Hejmara navdankên bîbliyografîk ên di vê berhemê de cih digirin 6330 ye.