Xelatên Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin dayîn 10:53 14.10.2018 QAMIŞLO  Mîhrecana Wêje ya Osman Sebrî ji aliyê Komîteya Wêje ya Kantona Qamişlo ve li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin, gelek kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûn. Mîhrecan 3 rojan dom kir. Mîhrecan ku jiyana Osman Sebrî, guhdarkirina helbestan a bi Erebî, Kurdî, semînerên çîrok û helbestên Kurdî, dengbêj û muzîkan destpêkiribû bi merasîma xelatdayînê ve bi dawî bû. Mîhrecan diyarî berxwedêr û gelê li Şehba û li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin hate kirin. Endamê Komîteya Nirxanê Dildar Deşto spasiyê wêjevan û helbestvanên beşdarî mîhrecanê bibûn kir û rola wan destnîşan kir. Paşê xelatên yadîgerî pêşkêşî navenda Çand û Huner a Reqayê, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Navneda Çand û Hunerê ya Minbicê, Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê hatin kirin. Navê kesên di beşên cuda yên festîvalê de hêjayî xelatê hatî dîtin wiha ne: Çîrokên Kurdî: Neriman Evdikî, Mistefa Mistefa, Lema Elî Helbestên Kurdî: Fatmê Sîdo, Îsmail Heci Mûrad, Lewend Yusif Gotarên Kurdî: Pêşeroj Cewherî Çîrokên Kurdî: Cuma El Heyder, Wan Silo, Îbrahîm Îshaq Helbestên Erebî: Xidir Hemadî bin Hemadî, Îbrahîm Berekat, Ehmed Yûsif, Mistefa Sîno Gotarên  Erebî: Xalis Misewer, Cemîla Mihemed, Reşîd Ebbas. ANHA ANHA