Strana Keleşo û çîroka wê 08:56 23.12.2018 Îro ez ê ji we re qala strana "keleşo" û çîroka wê bikim. Helbet bi dehan versiyonê vê stranê hene lê bi îhtîmalekî mezin çîroka ku ez ê bidim pêşberî we ya heqîqî ye. Niha çend versiyon hene li ser înternetê û ew jî bi cudahiyên piçûk hema bêje wekî hev in. Mînak yek dibêje "ji lobê were xwarê" yek dibêje "ji obê" . Di cihekî din de yek dibêje "lo bedaro" yek dibêje "nobedaro". Em ê heta ji destê min hat vê meseleê safî bikin û hin gotinên stranê ku heta îro li tu derî nehatine nivisîn û bihîstin em ê li vir parve bikin. Min heta niha ev çîrok û ev gotinên nû tenê ji bavê xwe bihîstiye. Bavê min jî êdî extiyar bûye û gelek gotina jî ji bîr ve kiriye lê dîsa jî çîrok bi awayekî zelal di hişê wî de ye. Li gor bavê min ev strana "keleşo" di bingeha xwe de strana "feqiyo" ye. Û ev stran bi dehsalan belkî bi sedsalan e di nava feqiyên medreseyan de hatiye strandin û li ber meqamê vê stranê feqiyên medreseyan govenda "Bêlinte"yê lîstine. Govenda bêlinteyê tenê di nava feqî û melayan de meşhûr bûye û bi piranî ew lîstine. Ev stran qala çîroka evîna keçikek û feqiyekî medreseyê dike ku keçik û feqî her şev dihatin ba hev û hesreta xwe dihelandin. Di navbera cihê ku lawik lê ye û gundê keçikê -di vê navberê de navê keçikê Zîzan e- çemekî heye û divê wexta ku hev bibînin yek ji çem derbas bibe. Feqiyê reben şevekî ji ber diza nobedar e û li ser "Lodekî" nobetê digre. Berê feqiyên medreseyan ger ji bo nimêja sibê ger ji bo dizan nobet digirtin. Lê di vê çîrokê de bi îhtîmaleke mezin nobeta dizan digre. Û şevekî dora nobetê ya feqiyê me ye û li ser lodê -ne obe an jî ne lob e- nobetê digre. Ew şev zîzanê tê û wexta ku ji çem derbas bibe û bi şaşî dikeve cihekî kûr û di avê de difetise û çîrok li vir dest pê dike. Li gor bavê min ji ber ku ev strana medreseyan bûye kurdên fille gotinên ku îşareta misilmaniyê ne jê derxistine. Herwekî gotinên "feqiyo" jê derxistine û li dewsa wî "keleşo" danîne. Herwekî di versiyona erîwanê de gotina "mele îsa" tune. Em werin gotinên stranê û em ê paşiyê hinekî li ser wan jî biaxivin. Feqiyo nobedaro Lawiko nobedaro Tu ji lodê were xwaro Can dilê min emrê te Masîko pelbeleko Vê avê şolî meko Zîzanê winda meko Can dilê min emrê te Feqiyo lo bi daro Lawiko lo bi daro Şev reş e diz hezaro Can dilê min emrê te Masîko pelşîno Vê avê mereşîno Zîzanê meêşîno Can dilê min emrê te Feqiyo mele îsa Lawiko mele îsa Qeytanê devê kîsa Can dilê min emrê te Masîko pelspiyo Vê avê meçelqîno Zîzanê metirsîno Can dilê min emrê te Feqiyo pirê çêke Lawiko pirê çêke Cot kevrê mermer lêke De tu navê min xwe lêke Can dilê min emrê te Çend versiyonên dinên vê stranê jî hene lê tu eleqeya wan û vê çîrokê bi hev tune. Lewra di wan versiyonan de tenê meqam yek e wekî din gotin ji binî ve cuda ne. Herwekî tê dîtin ku di versiyona ku min parvekiriye de hemî valahiyên versiyona erîwanê tije dibe. Çimkî di versiyona wê de kesî fehm nedikir bê çima nobedar e û bê çima pirê lê dike û bê çima qala diza û lodê dike. Çîrok gelek zelal e. Zîzanê difetise û feqî jî di nava avê de lêdigere. Û piştî vê êşê dixwaze ku pirê çêke. Ev rêzkirina gotinên stranê ji aliyê min ve hate kirin. Yanî min li gor mantiqa xwe rêz kir ji ber ku bavê min gelek tevlihev digot û di versiyonên ser înternetê de jî herkes ji çarînek din dest pê dike. Îca em werin îdîaya min. Li gor min ev stran di nava feqî(mele îsa) û Masîko de derbas dibe lewra wexta feqî li ser lodê nobeta diza digre zîzanê ji ber ku çem bêpir e tê de difetise îca "Masîko" banî "Feqî Mele Îsa" dike. Masîko: Feqiyo nobedaro Lawiko nobedaro Tu ji lodê were xwaro Can dilê min emrê te Feqiyo: Masîko pelbeleko Vê avê şolî meko Zîzanê winda meko Can dilê min emrê te Masîko: Feqiyo lo bi daro Lawiko lo bi daro Şev reş e diz hezaro Can dilê min emrê te Feqiyo: Masîko pelşîno Vê avê mereşîno Zîzanê meêşîno Can dilê min emrê te Masîko: Feqiyo mele îsa Lawiko mele îsa Qeytanê devê kîsa Can dilê min emrê te Feqiyo: Masîko pelspiyo Vê avê meçelqîno Zîzanê metirsîno Can dilê min emrê te Masîko: Feqiyo pirê çêke Lawiko pirê çêke Cot kevrê mermer lêke De tu navê min xwe lêke Can dilê min emrê te Dawiyê Masîko ji Feqî dixwaze ku pirekî çêke û navê xwe û wî li ser binivisîne. Kurdno bêyî destûra min herkes dikare van agahiyan li her derê belav bike û parve bike. :) çavkanî bavê min "evdilayê silîvî" sererastkirin û berhevkirin marlo. :) Marlo @MrKurmanc