ANTOLOJIYA HELBESTVANÊN NÛJEN DERKET 12:55 17.04.2019  Antolojiya 158 helbestvanên kurdên bakurê Kurdistanê ku ji 600 rûpelan pêk tê derket pêşberî xwendevanan.   Di danasîna weşanxaneyê ya pirtûkê de wiha tê gotin: “Birêz Occo Mahabad di encama kar û xebateke dûr û dirêj de va pirtûka hêja a di destê we xwendevanên ezîz de amade kiriye. Xebatên weha gelek girîng in. Xebatên giranbiha ne, bi qîmet in. Ên tirkan û yên Ewropiyan gelek antolojiyên wan hene. Li Tirkiyê her sal antolojiya helbestan ên salane li dawiya salê dihatin weşandin û ew hêj jî diweşînin. Hêvîdar im xebata birêz Occo Mahabad bibe destpêka xebata pêkanina antolojiyên hemû şaxên edebiyata Kurdî. Binêrin hêj jî ”Antolojiya romana kurdî” tune ye.”   Anatolojiya Helbestvanên Nûjen a ku Occo Mahabad ve amade kiriye ji aliyê Weşanxaneya NAyê ve hatiye çapkirin û niha li pirtûkfiroşan li benda xwendevanên xwe ye.