Ji bo Heskîfê kampanyayeke ya îmzeyan hate destpêkirin 10:12 14.06.2019 Kampanya bi zimanê Tirkî û Îngilîzî li ser malpera Change.org bi du zimanan hate destpêkirin. Kampanyaya ku 11’ê Hezîranê hatibû destpêkirin di nava çend rojan de nêzî 7 hezar kes tevlî bû û îmze kirin. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Hewldana Parastina Heskîfê bi salan e ji bo astengkirina projeya bendavê xebatan bi rê ve dibin. Her du organîzasyon jî tim bi çalakiyên xwe û daxuyaniyên didin bal dikişînin ser texrîbatên çandî, mirovî û xwezayê ya bi avakirina projeya Bendava Ilisûyê. Li ser nerazîbûnan 10’ê Hezîranê xebatên depokirina avê ya Bendava Ilisûyê hate rawestandin. ANF