HUNERHEZÊN KURD HESTÊN HERÎRÎ Û URYAN VEDIJÎNIN 12:13 16.06.2019 Du komên evîndarê çand û hunera Amedê, Koma Helbestê û Koma Xwendinê li Beşa Çand û Hunerê ya Şaredariya Licê, berhema helbestvan Siltan Yaray a bi navê "Bêyî Te" nirxandin.    Di destpêka bernameyê de moderator Mordem Zel li ser çand û dîroka Licê axivî û balê kişand ser kevneşopiyên bav û kalan, a dîroka Licê ya kevnar û got; divê giyana hemû ciwanên kurd bi çanda folklora kurd bê neqişandin. Her weha Zel behsa şopên mirovên serdema neolîtîk jî kir û got; Licê, di warê şaristaniyê de yek ji cihên herî girîng e.   Piştî axaftina Mordem Zel, yek ji rêveberên Koma Helbestê ya Amedê helbestvan Roza Metîna mafê axaftinê girt û got; Em weke Koma Helbestê ya Amedê hewl didin li her deverên Kurdistanê bernameyên çandî û wêjeyî li dar bixin û zêdetir balê bikêşînin ser xebatên xwe. Her weha Metîna got; ji bo xebatên baştirîn, divê sazî û dezgehên me piştgiriyê bidine xebatên bi vî rengî û li çand û hunerhezên kurd xwedî derkevin.   Endamê Koma Xwendinê ya Amedê Sevgul Şaşmaz jî li ser navê koma xwendinê mafê axaftinê girt û balê kişand ser girîngiya zimên. Şaşmaz got; heta niha wan nirxandina gelek berhemên nivîskarên kurd kirine û ew ê bernameyên xwe her tim bidomînin.   Helbestvan Siltan Yaray jî, di derbarê berhema xwe ya bi navê "Bêyî Te" de axivî û got; her kurd berhemek e, her berhem gencîneyek e. Divê em di her şert mercan de bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û bijîn.   Piştî axaftina Yaray, helbestên wê hatin nirxandin û xwendin.    Hevşaredarê navçeya Licê ya Amedê Tarik Mercan jî, li ser navê şaredariyê spasiya xwe ji mêvanan re kir û got; em hêvî dikin hatina herdû komên me yên Amedê bibe wesîleya xebatên baştirîn.   Piştî axaftinan helbestvan Siltan Yaray ji bo beşdarvanan pirtûkên xwe destnîşan kir û herdû kom tevî xebatkarên şaredariyê derbasî Şikeftên Birqleynê bûn.   Li Şikeftên Birqleynê bi pêşengiya hevşaredar Tarik Mercan xebatkarên şaredariyê paqijiya hawirdorê kirin.   Endamên Koma Helbestê û Xwendinê yên Amedê jî, li şikeftên dîrokî yên Birqleynê bi hestên Elî Herîrî û Baba Tahirê Uryan dîroka wêjeyê ji nû ve zindî kirin.   Bername, bi xwendina klamên dengbêjiyê û folklorîk bi dawî bû.   Amîda Kurd/Licê