GUR Û LEGLEG 11:32 18.08.2019 LA FONTEN / Werger: Memê Miksî       Heçî ku ev gur hene  Ketiyên devên xwe ne Yek hat û çû wê rojê Hin mabû ketî dojê Li geryê mabû hestî  Tiştek nedhat ji destî Ne deng dihat ne orrîn Çav zîq mabûn li jorîn Dît Leglegek hat raser Dest kir hem lêhejand ser Legleg li ba gur dada  Bû çiyayê mirada Xwe dahelend devê gur Nikil bir heta stukur Derxist hestî ji gerî  Gur anî rewşa berî Dû re leglek ji gur xwest Ji bo vî karî heqdest Gur got: Tu çi dibêjî ? Ey cahilê bêmejî  Min ku rehm bi te anî Bêguman pê nizanî Esil ez bûm qenc û baş Serê te nekir ji laş Îcar tu bike şikir Biqeşte here ji vir. Dîroka wergera kurmancî: 30.04.2019