Cejna Peyman hate pîroz kirin 07:51 26.08.2019 Cejna Peyman ji aliyê Zerdeştiyan ve bi beşdariya pêkhateyên cûda li Şikefta Qizqapan a li Silêmanî hate pîroz kirin. Hemû salek bawermendên Zerdeştî roja 21’ê Tebaxê li Şikefta Qizpan a li Silêmanî cejna nûkirina peyamana heskirin û bihevre jiyankirinê pîroz dikin. Ev çarem sale ev cejin tê pîrozkirin. Di merasîma pîrozkirina cejnê de gelek kesayet û pêkhateyên cûda yên wek Kakeyî, Êzidî û Zerdeştî amadebûn. Beşdarvanan cil û bergên Kurdî  li xwe kiribûn. Beşdarvanên merasîmê bi meşek berbi şikefta Qizqapan birêketin. Di meşê de ala Zerdeştiyan hate bilindkirin. Piştî gihiştin ber derê şikeftê merasîmê bi deqek rêzgirtin û gotina sirûda Zerdeştiyan despêkir. Piştre peyama Zerdeştiyan ji aliyê Pîrê Zerdeştiyan Pîr Luqman ve hate xwendin. Piştre peyamên pêkhateyên din hatin xwendin. Merasîm piştre bi stran gotin û girtina govendê berdewam kir. 1400 sal bûn ev cejin nedihat pîroz kirin. Ev sala çareme ev cejin tê pîrozkirin. Şikefta Qizqapan gora Diyako têde ye ku Diyako împaratoriya Medya avakiriye.