21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI HELÎM YÛSIV 06:47 10.09.2019   1- Peyva tu herî zêde jê hez dikî?     Hezkirin.   2- Peyva tu qet jê hez nakî?     Biratiya gelan.   3- Çi kelecanê dide te?     Nivîsandina romaneke nû.   4- Çi kelecana te dikuje?     Qedandina nivîsandina pirtûkê.   5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?     Dengê Mihemed Şêxo.   6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?     Dengê diktatoran.   7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?     Qesabî.   8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?     Stiranbêjî.   9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?     Minê bixwesta bibim kêla ber serê dayika xwe.   10- Te dixwest tu li ku bijîya?       Li welatekî ku ne bindest be.   11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye?       Diltenikî.    12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?       Hestiyarî ye.   13- Lehengê te kî ye?       Xortekî YPG yî ye.   14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?       Bênamûs.   15- Niha tu xwe çawa hîs dikî?       Ne xemgîn û ne kêfxweş im.   16- Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?       Kirasê vê felsefê ji diruşmeyan firehtire.   17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?       Pêkanîna pirojeya mina wêjeyî ye.   18- Bi ya te xemgînî çi ye?       Lalbûna li hember rastiyê.   19- Tu dixwazî çawa bimirî?       Bê êş û li mala xwe.   20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?       Tu bi xêrê hatî, tu yê herdem li vir bî.   21- Tu yê çi bersivê bidî wî?       Jixwe daxwaza min jî ev bû.