Pêşangeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ li Helebê dest pê kir 08:44 11.09.2019 Pêşangeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ bi sponseriya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û bi dirûşma "Bi rihê Zîlan û Egîdan û bi hunera azad em ê rêya azadiya Efrînê xêz bikin" pêk tê. Îro pêşangeh li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat vekirin. Bi dehan şênî û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî pêşangehê bûn. Hevseroka Tevgera Xwendekarên Demokratîk Hêva Haşim û ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê a Helebê Kînan Xeyrî Dûrmûş axivîn û îşaret bi rola ciwanên şoreşger di bilindkirina asta têkoşînê de û xebatên ji bo tunekirina dagirkeran kir. Di pêşangehê de 300 tabloyên hunerê ku xwendekarên Efrînê yên ku di kampên Şehbayê de dijîn, xêz kirine, hatin pêşkêşkirin. Di tabloyan de êş û zehmetî ji koçberkirin, rûxandin û topbaran tên diyarkirin. Her wiah sînevîzyonek der barê destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê û destekftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin de ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve hatibû amadekirin, hate pêşkêşkirin. Pêşangeh dê 2 rojan dewam bike. (bx) ANHA