21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI HEKÎM SEFKAN 09:06 11.09.2019 1- Peyva tu herî zêde jê hez dikî?      Ez têm 2- Peyva tu qet jê hez nakî?     Bellam 3- Çi kelecanê dide te?     Çûyina deverkê. 4- Çi kelecana te dikuje?      Madê Tirş.   5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?      Dengê şevê. 6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?     Fir-fira Çayê-Qehwè û mirçína xwarinê. 7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?      Polis. 8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?      Rehetkirina êşan. 9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?      Derwêşek. 10- Te dixwest tu li ku bijîya?        Beriya Mêrdînê. 11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye?        Bêhesabî.  12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?         Zarokbûna min e. 13- Lehengê te kî ye?        Diya min e. 14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?        Ehmeq 15- Niha tu xwe çawa hîs dikî?        Parsek. 16- Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?        Orjînala herî xerab ji Teqlida herî baş çêtir e. 17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?       Azadî ye. 18- Bi ya te xemgînî çi ye?        Kombûna êşan e.   19- Tu dixwazî çawa bimirî?        Hezkiriyèn min bi mirina min veneciqin. 20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?        Tu hatiyî vir çi. 21- Tu yê çi bersivê bidî wî?         Ez li te digerim!