21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ 06:43 14.09.2019 1. Peyva tu herî zêde jê hez dikî?   Roza: Helbest Mordem: Stran Hîkmet: Azadî Sebrî: Canê/a min Încî: Serhildan Siltan: Azadî Arîfe: Oy xwedê tu çi xweşî Haşîm: Hêvî   2. Peyva tu qet jê hez nakî?   Roza: Baviksalarî Mordem: Akademîk Hîkmet: Şer Sebrî: Biteqize Încî: Dijmin Siltan: Mirin Arîfe: Çi eleqeya wî heye Haşîm: Dev jê berde   3. Çi kelecanê dide te?   Roza: Nivîsandina helbestê Mordem: Derketina ser dikê Hîkmet: Agahiyek erenî Sebrî: Fêrbûna tiştekî nû Încî: Civata jê hesdikim û malbat Siltan: Xweza û Dîrok Arîfe: Serkeftin Haşîm: Serkeftin   4. Çi kelecana te dikuje?   Roza: Yên nizane helbestê bixwînin Mordem: Amatorî Hîkmet: Dema bêhna min derkeve Sebrî: Fêrbûn Încî: Hê tiştekî kelecana min nekuştî ye Siltan: Derew Arîfe: Vir Haşîm: Têkçûn   5. Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?   Roza: Dengê çirçirkan ê şevê Mordem: Dengê baranê Hîkmet: Xuşe Xuşa Baranê Sebrî: Dengê avê û çivîkan Încî: Dengê mûzik û avê Siltan: Av, sûlav, derya Arîfe: Kenê zarokan Haşîm: Dengê avê û pelê daran   6. Dengê tu jê aciz î kîjan e?   Roza: Bombe Mordem: Balafir û motorsiklet Hîkmet: Qêrîn Sebrî: Teneke Încî: Qornaya otomobîlan Siltan: Balafir û Ambûlans Arîfe: Bi dengê bilind qîjînkirin Haşîm: Qorneya maşîneyan   7. Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?   Roza: Sixurtî Mordem: Sixurtî Hîkmet: Sixûrtî Sebrî: Qesabî Încî: Rojnamegerî Siltan: Hemşîretî Arîfe: Karê Çolê Haşîm: Bijîşkî   8. Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?       Roza: Lêdana amûrekê Mordem: Lêdana Sazê Hîkmet: Bostanvanî Sebrî: Pedagogê mejî Încî: Wênesazî Siltan: Wek ba bûma Arîfe: Sêrbazî Haşîm: Firrîn   9. Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?   Roza: Mestûre Kurdistanî Mordem: Dewrêşê Evdî Hîkmet: Şivanekî bilûrvan Sebrî: Min ê dîsa bixwesta ez bûma Încî: Dîsa ez Siltan: Meryem Xan Arîfe: Dîsa ez Haşîm: Ewliya Çelebî   10. Te dixwest tu li ku bijîya?   Roza: Amed Mordem: Herêma Dimiliyan (Licê) Hîkmet: Li Kurdistaneke Azad Sebrî: Ji cihê xwe razî me (Dêrik) Încî: Amed Siltan: Lê kêleka çemekî Arîfe: Li welatê xwe Haşîm: Dêrsim-Amed   11. Qelsiya te ya herî beloq çi ye?   Roza: Dema hêrs dibim dikarim ê hemberî xwe pir bişkînim Mordem: Jibîrkirin Hîkmet: Cixare Sebrî: Hestîtî Încî: Zû dilê min dişike Siltan: Zêde hîsî Arîfe: Zû bawer dikim Haşîm: Nikarim hestên xwe veşêrim   12. Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?   Roza: Dema pirtûk dixwînim zû xewa min tê Mordem: Temaşekirina Tv yê Hîkmet: Kişandina Cixareyê Sebrî: Parvekirin Încî: Zû hestiyar dibim Siltan: Ken Arîfe: Ji mirovan hesdikim Haşîm: Xew   13. Lehengê te kî ye?   Roza: Ehmed Huseynî Mordem: Bavê min Hîkmet: Dayîka min Sebrî: Serfirazî Încî: Zarokê min (Baran) Siltan: Dêya bavê min Arîfe: Jinên li ser piyê xwe disekinin Haşîm: Têkoşerên azadiyê   14. Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?   Roza: Qujunge Mordem: Qurê Qehpê Hîkmet: Laçikê Kerê Sebrî: Ji çêrê dûr im Încî: Ez çêran bi kar naynim Siltan: Bêşeref Arîfe: Kurê Kerê Haşîm: Pûşt   15. Niha tu xwe çawa hîs dikî?   Roza: Ne zêde baş Mordem: Nexweş û bêhal Hîkmet: Dilteng Sebrî: Ji ber pirsan pirr baş im Încî: Wek dilgirtiyeke benda azadiyê Siltan: Kole Arîfe: Di gengeşeyê de Haşîm: Bi aramî   16. Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?   Roza: Bijî azadiya kurdan Mordem: Di ku de zirave bila di wir de biqete Hîkmet: Di ku de zirave bila di wir de biqete Sebrî: Ez agirim nêzî min nebe Încî: Berxwedan jiyan e Siltan: Duristî û Azadî Arîfe: Bikevî jî dîsa rabe Haşîm: Heta serkeftinê têkoşîn   17. Xewna te ya dilşadiyê çi ye?   Roza: Avakirina welatekî azad Mordem: Zarok bi kurdî biaxivin Hîkmet: Azadiya Kurdistanê Sebrî: Tiştên xeyal, Azadî Încî: Dayîkên kurd û cîhanê hêsiran nebarînin Siltan: Jiyaneke Azad Arîfe: Bi zarokên xwe re jiyaneke xurt Haşîm: Welateke azad   18. Bi ya te xemgînî çi ye?   Roza: Bêzimanî Mordem: Bêdewletî Hîkmet: Ne azad bûn Sebrî: Berpirsiyariya bêpersiyarî Încî: Hesret Siltan: Bê hêvîtî ye Arîfe: Jiyanên bê rûmet Haşîm: Ji heskiriyên xwe dûrketin   19. Tu dixwazî çawa bimirî?   Roza: Di nava şerê têkoşînê de Mordem: Di xewê de Hîkmet: Nekevim ber destan Sebrî: Di asta rûmetê de Încî: Bê hesret û bê keser Siltan: Ji nîşka ve Arîfe: Naxwazim bimrim Haşîm: Li ber heskiriyên xwe   20. Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?   Roza: Min çima ewqas zilm li kurdan kir? Mordem: Bi xêr hatî bernameya me Hîkmet: Te ji bo min çi kir Sebrî: Tu hatî ha Încî: Te çima îsyan nekir Siltan: Ma te û vir Arîfe: Were cihê te cinet e Haşîm: Mirov hemû yek in   21. Tu yê çi bersivê bidî wî?   Roza: Gotina dawiyê pere nake Mordem: Xêra çi heyran Hîkmet: Li qisûrê min mêze neke min tiştekî nekir Sebrî: Ma te negotibû hûnê vegerin ba min Încî: Ji bo werim bihûştê Siltan: Bê nan dibe bê azadî nabe Arîfe: Vê carê min ji hebûna te bawer kir Haşîm: Baş e, mala te ava