21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI SELÎM BIÇÛK 11:02 15.09.2019 1-Peyva tu herî zêde jê hez dikî?     Aramî   2-Peyva tu qet jê hez nakî?     Teşqele   3-Çi kelecanê dide te?     Destpêkirina karekî   4-Çi kelecana te dikuje?      Şev   5-Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?      Dengê avê   6-Dengê tu jê aciz î kîjan e?     Dengê girî   7-Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?      Polîtîk   8-Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?      Rakirina tirsê   9-Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?      Bexçevanek   10-Te dixwest tu li ku bijîya?        Li welatekî dîn û bawerî lê nebin   11-Qelsiya te ya herî beloq çi ye?        Dilsozî   12-Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?         Dilsozî   13-Lehengê te kî ye?        Jina ku jinîtiyê û mêraniyê digihîne hev   14-Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?        Bergîl   15-Niha tu xwe çawa hîs dikî?        Ditirsim   16-Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?        Bijî û bihêle yên din jî bijîn   17-Xewna te ya dilşadiyê çi ye?       Jiyanek aram bêtirs   18-Bi ya te xemgînî çi ye?        Tirsa ji jiyanê ye   19-Tu dixwazî çawa bimirî?        Bêdeng, di xew de   20-Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?        Ez lêbôrînê dixwazim, min tu anî jiyanê û jiyan neda te   21-Tu yê çi bersivê bidî wî?         Ez te nasnakim, tu tune yî û lêborîna te jî napejirînim.