Li Kobanê Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan 07:03 16.09.2019 Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li bakurê Sûriyê amadekariya Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan dike. Dê mîhrîcan bi dirûşmeya `Zarok mîrasa hunera azad in` were lidarxistin. Mihrîcan wê di 17`ê Îlonê de destpê bike û di 19`ê Îlonê de bi dawî bibe. Di roja yekemîn a Mihrîcanê de, wê zarok bi cilên gelêrî û amûrên muzîkê bimeşin. Komên hunerî yên ji Reqa, Tebqa, Minbic, Girê Spî û Kobanê ji beşên cuda mîna stran, govend û şano tevî behreyên takekesî beşdarî mîhrîcanê bibin. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya û Kevana Zêrîn sponseriya mihrîcanê dikin. Armanca wan ew e ku şarezayên zarokan di warê hunerî de pêş bixin û ji azarên şer dûr bixin. (şx/bm) ANHA