21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI XERZÎ XERZAN 06:17 17.09.2019 1-Peyva tu herî zêde jê hez dikî? Bext   2-Peyva tu qet jê hez nakî? Bêbextî   3-Çi kelecanê dide te? Dîtin û peydakirina çavkanî-jêderkeke nû   4-Çi kelecana te dikuje? Xemsarî û sersarîya şexsan   5-Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e? Dengê erbaneyê   6-Dengê tu jê aciz î kîjan e? Dengê kesên dûrû û derewker   7-Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî? Siyasetvanî   8-Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe? Dengbêjî   9-Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî? Ez ji halê xwe qayil im   10-Te dixwest tu li ku bijîya? Li Xoresan   11-Qelsiya te ya herî beloq çi ye? Zûhêrsbûn   12-Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e? Li ber neheqîyê nikarim xwe kontrol bikim   13-Lehengê te kî ye? Reîs Bal ê Merwanî (Reîs Bal, sala 1029-an serfermandarê Dewleta Merwanî ye)   14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e? Qeşmerê serê sûkê   15-Niha tu xwe çawa hîs dikî? Hêvîdar   16-Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên? Bext nadim bi text û “ne ji bo sahib-rewacan, ji bo biçûkêd kurmancan”   17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye? Jiyaneka azad û serbilind   18-Bi ya te xemgînî çi ye? Negihîştina armanca xwe   19-Tu dixwazî çawa bimirî? Piştî pêkanîna erka xwe, bi awayekî dilxweş   20-Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî  Xwedê ji te re çi bêje? Bibore, min pir neheqî li gelê te kir   21-Tu yê çi bersivê bidî wî? Çima?