21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI MAHABAD FELAT 06:44 18.09.2019  1- Peyva tu herî zêde jê hez dikî?      Xîret.   2- Peyva tu qet jê hez nakî?     Înşallah.   3- Çi kelecanê dide te?     Hewldan.   4- Çi kelecana te dikuje?     Bêhêvîbûn.   5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?     Dengê kurê min û Mihemed Şêxo bê guman.   6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?     Hemû dengên ne kurd ên bi kurdî distirên.   7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?     Yên vînê didine destê jînê.   8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?     Min dixwest bikaribim xiyalên xwe xêz bikim.   9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî? Kurdekî bi xîret, têre dike.   10- Te dixwest tu li ku bijîyayî?       Li kana xwe, li Zagrosan.   11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye?       Hestyarî.   12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?       Aliyên min ên qels hene, lê ji yekî ji wan jî hez nakim.   13- Lehengê te kî ye?       Dîroka me bi lehengan dagirtî ye.   14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?       Kerê kurê kerê.   15- Niha tu xwe çawa hîs dikî?       Bi hêvî û şad, lew kurd im.   16- Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?       Li xwe vegere.   17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?       Vegera li xwe, lew serkeftin û jiyana azad di wir de veşarî ne.   18- Bi ya te xemgînî çi ye?       Xwezî ne, lew vegera wan nîne.   19- Tu dixwazî çawa bimirî?       Ji mirinê bawer nakim, kiras tê guherandin. Bila wî kirasî li ser axa xwe buguherim, çewabûna wê ne pir grîng e.   20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?       Te got çi?   21- Tu yê çi bersivê bidî wî?       Ma çi bêjim ezbenî! Te da me, me da mirovahiyê û mirovahiyê bi dayinên me em guran. Bila canê te xweş be. Tasekî ava sar?