Çiyager Grassa li Hîmalayan alaya PKK´ê hilda 12:45 10.11.2019 Hilkişêrê çiyayan Fernando Sanchez Grassa bi cêwiyên bi navê Juan Carlos û Jesuus del Cerro Millan re çû serê girê Himlung ê 7 hezar û 160 metroyan bilind. Wî li wêneyek girt û ev wêne parve kir. Di wêne de xuya dike ku ew alaya PKK´ê hildgire. Di daketina ji çiyê de Grassa yê 44 salî di encama nerehetiya canê xwe de jiyana xwe ji dest dide. Ji ber rewşa dijwar a hewayê hîna cenazeyê wî nehatiye dîtin. Ji hilkişêran yek jî karî dakeve û rayedarên Nepalî agahdar bike. Rayedaran karî hilkişêrên din jî bibînin û wî rizgar bikin. Rewşa cêwiyan a tenduristiyê bi xwe baş e. Fernando Sanchez Grassa di heman demê de înternasyonalîst e û ji bo demekê sala 2017´an di nava YPG´ê de cihê xwe girtibû. Sanczhez li bajarê Spanyayê Aragués del Puerto dima. Rojnews