Modaya Moskowayê bi cilên gelêrî yên Kurdî xemilî 12:34 09.12.2019  Li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê bi beşdariya gelek neteweyên cuda pêşbaziya modaya bilind a Ewro-Asya ya cilên neteweyî hat li darxistin. Di pêşbaziyê de ku li avahiya Mala Neteweyan hat li darxistin bi pişgirî û alîkariya Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî a Kurdên Rûsyayê cil û bergên Kurdî jî hatin nîşandan. Neteweyên li Rûsyayê li gor çanda xwe ya neteweyî û erf û adetên xwe beşdarî pêşbaziyê bûn. Di pêşbaziyê de cil û bergên deh herêmên Kurdistanê hatin nîşandan. Di pêşbaziyê de cilên Kurdî yek ji cilên herî baş û bedew hate hilbijartin. Her wiha cilên Kurdî di grûba cihê de kete rêza duyemîn. Di dawiya bernamê de komîteya dengdayinê xelata serketinê radestî koma ji cilên Kurdî kir. ANF