Lêkolîneke Taybet li Ser Axaftina bi Kurdî li bakur 12:41 10.02.2020 Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk li 16 bajarên Kurdan û li 49 navçeyan, li ser axaftina bi kurdî anketek amade kir. Li gorî encamên anketê li bajarên Kurdan ji sedî 65ê rûniştvanan li malê xwe bi Kurdî, ji sedî 26 bi Tirkî, sedî 4 Erebî, ji sedî 3 Zazakî diaxivin. Ji sedî 57 li derve bi Kurdî, ji sedî 38 bi Tirkî, ji sedî 2,4 bi Erebî, ji sedî 2 jî bi Zazakî diaxivin. Rêjeya Axaftina bi Zimanê Kurdî li bakur   Lêkolîn destnîşan dike ku temen çiqas mezin dibe, rêjeya axaftina bi Kurdî zêdetir dibe: Ciwanên ku temenê wan di nav 18 û 24 salî de ne, ji sedî 64 bi Kurdî; kesên ku temenê wan ji 65 mezintir e ji sedî 68ê wan bi Kurdî diaxivin. Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin Raporta Deng/ Xecîcan Farqîn by VOA