Xelatên Oscarê hatin belavkirin 06:02 10.02.2020 Xelatên Oscarê yên 92'emîn bi merasîmekê hatin belavkirin. Di merasîmê de fîlmê Parazît (Parasîte) ê Koreya Başûr di 4 beşan de xelat wergirt. Fîlmê Joker jî di 11 kategoriyan de ji bo xelatên Oscarê namzet hate nîşandan. Fîlmê Parazît di kategoriyên 'Fîlmê herî baş', 'Derhênerê herî baş' (Bong Joon Hoo), 'Fîlmê herî baş ê navneteweyî' û 'Senaryoya Orjînal a herî baş' hêjayî xelatê hate dîtin. Renee Zellweger bi performansa xwe ya li fîlmê 'Jûdy' bû lîstikvana herî baş a jin. Joaqûîn Phoenîx jî bi performansa xwe ya li fîlmê Joker bû lîstikvanê herî baş ê mêr. Xelata Lîstikvana Jin a Alîkar a herî baş ji Laûra Dern re, Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê herî baş jî ji Brad Pîtt re hate dayin. XWEDIYÊN XELATAN Fîlm û lîstikvanên hêjayî Xelata Oscarê hatin dîtin: FÎLMÊ HERÎ BAŞ Parasite (Neon) LÎSTIKVANA HERÎ BAŞ Renee Zellweger (Judy) LÎSTIKVANÊ HERÎ BAŞ Joaquin Phoenix (Joker) DERHÊNERÊ HERÎ BAŞ Bong Joon Ho (Parasite) STRANA ORJÎNAL A HERÎ BAŞ “(I’m Gonna) Love Me Again” Rocketman (Elton John û Bernie Taupin) MUZÎKA FÎLM A HERÎ BAŞ Joker (Hildur Gu?nadóttir) FÎLMÊ NAVNETEWEYÎ YÊ HERÎ BAŞ Parazit LÎSTIKVANÊ ALÎKAR Ê HERÎ BAŞ Brad Pitt, Once Upon a Time in Hollywood LÎSTIKVANA ALÎKAR A HERÎ BAŞ Laura Dern, Marriage Story SENARYOYA ORJÎNAL A HERÎ BAŞ Bong Joon Ho ve Han Jin Won (Parazit) ANF