Çavdêriya Koma Helbestê ya Amedê (4) 02:10 30.03.2020 Hêsankar: Azad ZAL Mêvan: Rewşen ESMER Berhem: Hêlîna Evînê Dem: 29 Reşemî 2020 | Şemî | 18:00 Cîgeh: Navenda Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed   Koma Helbestê Ya Amedê di 29’ê Reşemiya 2020’an de li cîgehê Komeleya Wêjekarên Kurd civata xwe ji bo helbestkar Rewşen Esmer li dar xist.   Azad Zal: Ji 27’ê Sermaweza 2017’an vir ve Koma Helbestê Ya Amedê xebata xwe didomîne. Bi navê Koma Helbestê Ya Amedê piranî pirtûkên helbestkaran digel helestkaran – ku helbestkar jî amade bin, têne xwendin û têne nirxandin. Kêmasî û xetayên ku di berheman de hebin têne tespîtkirin û ji nivîskar/helbestkar re têne gotin. Ev xebat ji 15 rojan carekê tê kirin. Salê carekê ev rêzexebat wekî pirtûk tê çapkirin. Ya sala ewil amade ye. Niha jî mêvana Koma Helbestê Ya Amedê Rewşen Esmer e. Bi navê Hêlîna Evînê berhema wê par deketiye. Pirtûka wê ya yekemin e. Rewşen Esmer kî ye? Rewşen Esmer (Emîne), di sala 1980’an de li Cizîrê hatiye dinyê. Demekê di nava xebatên komeleya Selisê de cih girtiye. Her wiha demekê xebatên Komeleya Akademiya Jinê meşandiye. Di navbera salên 2014 û 2019’an de hevşaredara Silopiyayê bû. Vê gavê di nava xebatên Komeleya Jinan a Rosayê de xebatên xwe dimeşîne. Hêlîna Evînê berhema wê ya yekem e. Berhemdarî: Hêlîna Evînê (Helbest), J&J, 2019 - Amed Azad Zal: Berî ku em dest pê bikin, ez dixwazim di serî de pirsek ji hevala Rewşen Esmer bikim. Di pirtûkê de 39 helbest hene û temenê wê jî 39 e. Gelo ev tesaduf e yan jî bi zanîn te ev guncaw kiriye? Digel vê pirse hevalên ku gotinên wan hebin, yên ku nirxandinên wan hebin, yên ku rexneyên pozîtîf an jî negatif hebin bila bibêjin. Her wisa yên ku deng û awaza wan lê bê ji berhema hevala me Rewşen berhem jî bixwînin. Ez ê pêşiyê mafê axaftînê bidim helbestkara me Rewşenê, da ku ji me re behsa xwe bike û şûn de jî ji me re helbesteke bixwîne. Rewşen Esmer: Ez jî bi kêfxweşî vê xebatê pêşwazî dikim. Ev sazî sazîkî pîroz e. Di civaka gelê Kurd e ev tiştê ku em jiyan dikin, li hember Zimanê Kurdî asimîlasyoneke gelek dijwar dimeşe. Ji ber wê jî, xwedîderketina li çanda xwe, li nasnama xwe, bi taybetî li zimanê xwe kedekê pîroz e. Ez bi wî rengî bi nav dikim. Û ji bo we jî, ez gelek kêfxweş bûm ku we bernameyekê bi vî rengî li dar xist. Ez hêvî dikim ku hejmara yên wekî we gelek zêde bibin.  Hun hemî dizanin, bûyîna me, li Kurdistanê her kes, nizane çi çax bûye. Ê min jî bûyîna min a nasnameyê û ya rastîn ne wek hev e. Diya min digote; “Keça min, bahar bû, baran dihat, çilo li ser pişt amin bû, ez dihatim malê tu Xwedê dayî!” Temenê min ji 39î mezintir e. Ev yek, ya din jî min di girtîgehê de min dest bi helbestê kir. 1995an de ez hatim girtin. Nêzîkê 9 salan ez di girtîgehê da mam. Hevaleke ku li ser min gelek bandor li ser min kiriye. Navê wê Fahriye Ceylan e. Ango Serhildan. Nêrîna wê ya jiyanê, ya kesan her gav ji min ra cuda dihat. Pênûs û lênûska wê di destê wê da bû. Nêrîna wê ji min ra cuda didat. Min her carê jê re digot; ‘tu çi dikî, çi dinivîsî?’ Ji min re nedigot û dikeniya. Carekê min dîsa pirsî û wê jî ji min re got; ‘wer ez ji te re bibêjim, ka ez çi dinivîsim.’ Ji min re helbest xwend, got; ‘Ez helbestê dinivîsim!’ Ez di wê baweriyê da me, her jineke Kurd xwedî rihê helbestê ye. Min jî dinivîsand, min dixwest ez jê re bibêjim, lê min newêribû… Rojekê min got, ez hin tiştan dinivîsim, ez ji te ra bixwînim. Guhda kir. Min got; ev çi ye? Helbest e yan na? Got, binivîse, dewam bike… Min jî her carê dinivisand û jê re digot… Ez ne şaş bim, 1998 bû, li Stenbolê pêşbaziya helbestan çêdibû, got ka em helbesteke te jî bişînin. Helbesta min a bi navê “Birca Belek” bû. Di pirtûkê de heye. Ji Batmanê me her duyan helbest şandin. Di pêşbaziyê de ez yekemîn hatim, ew sêyemîn hat… Bi kêfxweşî got, waye pêşbazî bi dawî bû, tu yekemîn î, ez sêyemîn im… Demekê derbas bû, dîsa me şandin, vê carê ez sêyemîn hatim, ew yekemîn hat… Ez dixwazim bibêjim, helbest gelek nazik e, eleqeyê dixwaze. Tu demekê nenivîsî, dixeyîde… Demeke dirêj e min nenivisandiye… Min li ser helbestê bi navê “Nazdar” helbestek nivîsîye. Niha nayê bîra min. Ez dibêjim helbest nexeyîde. Helbest jiyan e, du alîye, geh xemgînî, geh kêfxeşî ye… Êşa jiyanê kêfxweşiya jiyanê di helbestê de tê xuyan. Helbest herikandina jiyanê ye… Azad Zal: Hevala me ya Rewşen serboriya xwe ya bi helbestê re got. Heval dixwazin fikrên xwe bibêjin, nirxandinên xwe bibêjin… Em hevalên xwe yê nû bibînin. Roza Metîna: Hevalên ku dixwazin, dikarin fikrên xwe bibêjin, kî dixwaze bila bibêje. Mirov bi dorê bibêje wekî ku meriv bi zorê bike… Pirr resmî dibe… Suzan …: Ez vazena, lê ez bi Kirdasî… Navê mi Suzan e. Em di komeleya Rosa da ne. Ez nêzona, mi fam nêkerd. Ez aniya guşdar kerd… Cihan Aydın : Ez Kurmanc im, lê Kurmanciya min hinekî kêm e. (Li vir nayê famkirin.) Rewşen Esmer: Yanî, ew jî qadeke tekoşînê ye. Girtîgeh dema tê gotin, derveyê îradeya însan e. Meriv divê bi hêvî be. Hêviya meriv hebe, mirov dikare di girtîgehê de binivîse. Jiyana girtîgehê wekî neşterekê ye, dewlemendiya wê jî zêde heye. Ew di destê mirov da ye. Hevala Serhildan li ser min bandor kir. Azad Zal: Hefs  wexteke mezin dide meriv. Tu li derva bî, wext didî gelek tiştan. Lê li hefsê wext tev ê meriv e. Tiştê baş ê hefsê ev e. Xweşiko ……: Te 39 helbest bi giştî di hefsê de nivîsî? Hasbey ……: (Nayê fêmkirin, deng ne zelal e.) Helbesta Kurdî her tim divê li ser mirin, kuştin, şer, lorîn û tiştên din tên nivisîn… Di derveyê vana da jiyan wekî din jî heye. 19940’an helbest, roman pêşva çû ye… 1940an heta 1970-80 mirina Kurdan e… Tişt zêde tune ye. Ev 10-15 salên dawîn hinek heye, lê hê jî sivik e… Azad Zal: Mijara me hevala Rewşen e… Berhema wê Hêlîna Evînê ye… …………….:  Ez vazen ku …. (Nayê fêmkirin) Şukran ……: Nayê fêm kirin… Serkeftinê dixwazim. Xweşiko ……: Ez pîroz dikim. Min pirs kir, got, hemû helbestên xwe li hundir dinivîse û li derve nivisandiye… Ez pîroz dikim… Sultan Yaray: Helbest, hêz dixwaze, baldarî dixwaze. Bila helbest ji aliyê helbestvanan ve, ji aliyê yên ku dikarin edîtoriya helbestê bikin bê nirxandin, edîtoriya wê bikin. Ji vî alî da kêmasî hene. Ahenga helbestê divê baş bê kirin. (Di vir da çend minakan dibêje.) Helbest hinek gotinên zêde li xwe barkirinê qebûl nake. Hinek dirêj bûne, hinek helbest ji aliyê rastnivîsê ve kêmasî hene. Di destpêkê de, helbesta ewil wekî ya nivîskar be. Ya ku Fîgen nivîsiye… Meriv dikare helbesteke hevala xwe nikare di dosyeya xwe de bi cî bike. Wekî destpêk, ne helbestbûna, nivîs bûna çêtir bû. Weysî Ulgen: Merheba ez Veysî Ulgen… Min hinek xwend, ez spas dikin ji ber vê keda wê… Li bakur bandora helbestên Tirkî li ser me heye. Em di Kurmancî da jî, di Zazakî/Dimilkî da jî em hevokan bi hişmendiya Kurdî bi kar tînin… Bandora Tirkî heye. Helbest wekî romanê nîne, hunandin tune ye, pêxem e… Hasbey …: Di vir de “de”, “re” bi kar hatiye, ji min ra ecêb e… Li cem me “da”, “ra” ye… Nazim Hikmet jî rêzan ji hev veqetandiye… Tarzeke wî heye… Helbesta bi navê “Qêrîna Min” dixwîne. Qêrîna Min Rondikên çavên min dibarin Mîna xunava biharê Hêstirê min herikîn Li ser hinarkên rûyê min Mîna sêva sor Ez im Bilbilê dîlgirtî Û xemgîn Nikarim Qêrîna xwe bigihînim te Ey bilbilê dilşad Baskê min şikestî Çavê min mij û dûman girtî Strana te zelal Wekî ava kewserê Ez im dîlgirtî Baskê xwe deyne Li ser porê min ê çilmisî Bi dengê te yê şêrîn ra bibim yek Dengê te bi dengê çûkan Û lêxistina tembûrê ra Xweş hat min Siruştê mîna gula sor xwe geş kir Li ber strana te Ya azadîyê Jîyaneka nûjen dixwazim Bi hewara xwe bask veke Ji xwe ra hêlînekê çêbikim Di bin da bi hevaltî Di şeva tarî da Bin çiriskên stêrkan da Xeweke şîrîn bikim bi te ra Dema roj Ji pişta çîya meşîya hêdî dike Û tîrêjên xwe belav kir Li ser gul û beybûnan Em ê jî Çavên xwe vekin Li ber şewqa rojê Bi te ra bibin yek ronî ………………..: Ez keda te pîroz dikim. Siheta te xweş be. Ji ber ku te bi Kurdî nivîsîye… Ez jî hinek di zindanê da, çend mehan mam. Hevalên hefsê ji yên ku li derva ne zêdetir azad in… Gelek berhemên baş… Hemû helbest bi hestekî tenê hatine nivîsîn… Min pirtûk xwend. Qala hinek bûyerên dîrokî kirine… Qatlîam, komkujî… Xwazî ev di helbestê de veşartî bimana, xwendevan bifikiriyana li ser çêtir dibû. Ronahî Çelîk: Ez hevala Rewşen pîroz dikim. Kêfa min ji berga wê re hat… Hinek çanda neolîtîk heye. Berg ji aliyê Medya Uren ve hatiye çêkirin. Li ser welat nivîsîye… Evîna wê jî welat e… Ez pîroz dikim… Bi navê Birca Belek helbesta wê xweş e ez ê bixwinim… Birca Belek Evîna min bişkûv da Stîya heyatxemilî Bêje ji min ra Strana evîna Birca Belek Ez ê konekî vekim Di gelîyên te da Û binêrim Berfa çîyayên te Çawa dihele? Wekî ewrên li ser ezmanan Berze dibû Li ber çavên min Birca Belek Bêje evîna xwe Gîyayê ser sîngê te yê hêşîn Kehnîya di gerdana te da diherike Mîna evîna min ya dilsotî Di gelîyên te da Roj di çavên min da diçû ava Stêrkên ezmanan dibiriqîn Wekî gulên li ser kezîyê Û daran bişkuv dida Û dixemilîn bexçê evîna te Bedewbûna te bû Heftrengên li ser ezman Û heyva dozdehşevî Li ber dilê min Ez ê bibim teyrek Li ser darê sîya evîna te Û hêlînekî çêbikim di himbêza te da Birca Belek bêje Jana evîna min Tu ji dîrokê hatî Û strana lehengîyê tim dibêjî Çîyayên te Germbûna çîyayê zerdeşt dida min Çawa Gulek ji dara xwe diqete Li ser axa qelişî Jîyan bi wê Dibe xeyalên xalî Û geş bûn Cihê xwe ji melûlbûnê ra dihêle Ez ê li ser pelçimên gulên te Helbestên evînê binivîsim Birca Belek Bêje Çend Zîn Li ser axa te Di çardehê xwe da Ketin xewa şêrîn Û çend Mem Di şopa wan da meşîyan Ferhatan bi meşa xwe Çîyayên te kolan Neqiş kirin Rastîya dîroka berzebûyî Roza Metîna: Min xwend, di pirtûkê de hestiyarî derketiye pêş. Di warê mijarê de xurt e, di warê hunandinê de kêmasî hene. Di xwendinê de mirov dilikume. Di çapa nû de divê mirov baldar be. Helbestkar dikare devoka xwe jî bi kar bîne. Kehnî bi kar hatiye… Baş e. Navê pirtûkê balkêştir ba çêtir bû… Ez li ser nav kûr nebûm… Motivên kurdewarî, mem û zîn, destar, erbane hene… Ev motiv bi kar bên baştir dibe. Hevoka ku di bin hişê min da ma, bala min kişand ev bû; “Destar dihêre / Bizrê evîna li bin dara miradan” ev gelek li ser min bandor… Di mijara edîtoriyê de ez beşdarî Sultan dibim… Divê edîtorî ji aliyê kesên ku ji helbestê fêm dikin, bê kirin… Redaksiyon jî hinek kêmasî hebûn… Gelek karesatên ku bi serê Kurdan de hatine hene… Karesata Şengalê heye… Divê di helbestên xwe de em van bi kar bînin… Te Şengalê hebû, ev jî tişteke baş e, di bin hişê gel de ev gelek cî digire û divê neyê ji bîr kirin… Min helbesta pişt bergê eciband, ez ê wê wê bixwînim… Dara Evînê Hêlîn çêkir ser dara evînê Dengê çûkan melodîya azad Mîna helbestên dayîkan Xweş hat dilê min Milek dengê pêlên ava Hêzil Û milek kerîyên xezalan Bê hevsar Ber hêlîna xeyalên Berze neqiş dikir Wan çavên bedew Di ronahîya wan çavan da Hûnan kezîyên xeyalan Milek li ser kezî Milek ji dîroka berze Bû cêwî ber bi ezmanên şîn Biriqî stêrkên şevê Û tehisîn li ber xeyalan Destar dihêre Bizrê evîna li bin dara miradan Ne xewn û ne xeyal e Ber te ve tê Xêlîyên wekî pêlên ava Hêzil Her çar demsalan Ji bêevîna te dibe mertal Veysi Ulgen: Ez ê jî helbesta “Çavên Te” bixwînim… Çavên Te Ji çavên te tîr rijîya Û çikilî dilê min de Rûyê te dît Nav biriqandina heyvê Ku dikene ji min ra Dilê min Bû şikefteka xalî Li dûv çûna te Bê te roj, şev û sal Birîndar dinale Wek gulekê Ez zer bûm tê da Rêwîyê xewnên xwe Berda bi barana şevê ra Her gotin kirasek e An jî dibe zelzele Erdê dihejîne Kehnîya jîyanê ye Avrêjgeha dilê min Pelên daran Hêdî hildiweşin Bi bayê sivik dilivin Di hevrazê çîyan da Kulîlkên qeser şîn da Bedena min recifî Gava dest avêt Pelçimên gula nazdar Evîna xwe Ser pelên daran nivîsî Û diavêjim nav çem Ber bi te dihat Rûyê çem Wek qevdika gul Dikene ji te ra Min destê xwe Dixist nav çem Rûyê wê miz da Wek yê te Û lêvên bi bûse Ber bi min hat Veciniqîm Ji xeweka duh Ber bi îro ve Kew girî bû dilê wan Milek jîyan Û milek ji rengê mirinê Her du dibin şirîkê Jîyana te Azad Zal: Ez ji aliyê edîtoriyê ve tev li hevalan dibim… Risteyên helbestan hinek tevlîhevî çêbûye. Hinek helbest qurmiçîne… Ev hem probema edîtore jî ya helbestkar e jî… Hinek kêmasîyên mentiqî hene. Dibêje; “Ez im, bilbilê devgirtî” di vir de helbestkar jin e, nabe ku bibêje “bilbilê…” divê bigota; “bilbila…” Ez di dewsa helbestkar da bim, ez ê di dewsa bilbil de tişteke din bibêjim… Dîsa dibêje “porê min ê çilmisî…” Por naçilmise… Ev jî xeta ye… Rû diçilmise… Rûyê min ê geş çilmisî… Mirov dikare vê bibêje, lê por naçilmise… Di Hêlîna Evînê de problema mentiqî hene… “Rojên ji nav ewran” Roj yek, roj pir tune ne… Her wisa naveroka vê dosyeyê evîna welat e. Ez jî dikarim helbesta “Destana Çar Kulîlkan! Bixwînim…. Destana Çar Kulîlkan Ev destan biryara jîyanê Çavkanîya rêça azadîyê Û hevgirtina dilsozîyê Rûpeleka nûjen ji dîrokê Çar kulîlkên rûşen Yek bihar yek havîn Bizir reşandin li payîzê Wekî pêlên deryayê Xwe li tehtan Û li latan dan Bi coşa dilê çar lehengan Tav hate girtin Himbêza şevê xem girt Rêyeka dirêj û zirav Milek zinar û milek kendal Ava Besta çîyayê pîroz Porê Egîdan şil dike Û li Gebar direşîne Zevî û dehlên bêsinc Tehisîn her gavekê Û li dû xwe nêrîn bê xof Heyveronê xeyal şêlo kirin Wekî teyrên bêsinc û hêlîn Kanîyan ji gerdenê ra Pelçimên hêjîran Rûyê wan xemilandin Çar kulîlkên agir Mîna çar stêrkên ezmanan Bûn bayê hûnik Û xwe li çilû dan Bûn baran Porê gîya şil kirin Şewq da tav û beyaran Û rêya xerîbîyê Dengê dilê wan Mîna bayê Herekolê Geş dibû ew nêrgîz Wekî kenên çavên Lehengên Çîyayê Miradan Hasbey ……: Çima di helbestê de xalbend bi kar nayê zêde… Li gorî min divê xalbendî hebe… Çima di vir de wisa heye, ez vê dipirsim… Azad Zal: Me wekî weşanxane biryar daye ku em di helbestê de xalbendiyê bi kar neynin… Ango xalbendî helbestê bi sînor dike, xwendevan dema ku helbest xwend bila bikaribe azad be, bi şêwaya xwe bixwîne… Her kes helbestê bike ya xwe, bi tarza xwe bi şêweşa xwe bixwîne… Divê helbest jî xweş bê xwendin… Rewşen Esmer: Rexneyên hevalan, nirxandinên hevalan ji bo min gelek girîng in. Nêrîn gelek bi qîmet in. Piştî ez ji Sîlopîyê hatim, biryara min a ku ez pirtûk derxim tune bû. Lê hevalan gotin tu dikarî derxî… Ez hinek jî amator bûm… Di redaksiyonê da gelek heval alîkar bûn… Hevalên ku ji bo vê dosyeyê derê bûn alîkar, ez ji Roza, Sultan, Mehmet Akdogan, Mehmet Çakmak, Azad Zal re gelek spas dikim… Ev rexneyên ku hatin jî ji bo min girîng in, ez xwe hêzdar dibinim… Ez îdîaya ku ez helbestvan im nakim, lê ez ê bi hêza hevalan xwe xurttir bikim… Ez serbest dinivîsim… Çima Hêlîna Evînê? “Birca Belek Hêlîna Evînê” ye… Ev dirêj bû, me guhert me bi tenê “Hêlîna Evînê” hişt…. Wisa “Hêlîna Evînê” derket… Di vê dosyeya min da, “Birca Belek” ya herî xweş ji min ra tê… Cihan Aydın: Ez ê jî helbesta ewil bixwînim… Ez û Te Gula sor çilmisîbû Û xemgîn bû Birîna wê kûr Xedar bû Axîn û nalîna wê Diçû erş û ezman Dengê bilûrê hat gula sor Pelçimên xwe vekirin Geş bû Û kenîya ji bo dengê bilûrê Nêrîna te Bû awirên çawên zarokan Kenê li ser lêvên te Bû lîlandin Ji bo dayîkan Dengê te belav bû Li çîya û zinaran Bû mîna bayê Feraşîn Û bablîsok Xwe belav kir Li her çar hêlê cîhanê Rondikên çavên min zuha bûn Te rondikên min Mîna xunava biharê berdan Şûşa dilê min şikestî bû Te ceriband Mîna Hekîm û Lokmanan Ez Di xeweke giran û dijwar da bûm Şîyar bûm bi ramanên te Dilê te mezin, hezkirina te belav bû Fanona dilê xwe netemirîne Geş bike ronahiya xwe Belav bike li cîhanê Hêlînekê çêbikim Ji bo xwe tê da Dilê min ê hişk Ronî bike Bi hezkirina xwe Azad Zal: Dest û dilê we sax be, em spasdar in ji ber ku Komeleya Wêjekarên Kurd îro cî da me, em spasdar in ji ber ku em îro li vir in… Ji bo tevlîbûna we tevan em spas dikin. Dest û dilê helbestvana me sax be… Bimînin di xweşiyê da…