Awazê Çiya klîp û stranek nû çêkir: Ev der Heftanîn e! 02:26 11.07.2020 Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya bi navê ‘Ev der Heftanîn e’ berhemek nû pêşkêşî guhdarên xwe kir. Stran û gotin a Awazê Çiya ye.   https://1649452211.rsc.cdn77.org/vod/11.07.2020-Awaze-ciya-ev-der-heftanin-e.mp4 Komê berhema xwe ya nû di serî de diyarî gelê li Heftanîn, gelê Şêladizê û dîsa hemû gerîlayên li dijî dagirkeriyê li berxwe didin kir. Di klîbê de dîmenên gerîlayan li çiyayên Kurdistanê di werzên zivistan û havînê de bi coş û berxwedêr dîsa dîmenên berxwedanê yên gerîlayan a sala borî û serhildanên gel ên Şêladizê û Kobanê li xwe digire. Klîp destpêkê li MED Muzîk TV piştre jî li gelek malperên dijîtal hate parvekirin. GOTINÊN STRANÊ Gotinên berhema Awazê Çiya a ‘Ev der Heftanîn e’ wiha ye: "Em xwedanên vê erdê ne Siwariyên vê cengê ne Zarên li navsera çiyê ne   Ey kelha evîndara Xemla te ji pelkê dara Singa te ji bêndera gela Şax sîbera gerîla   Neyar ti car nabe yar Li me Kurda ye bazar Dagir dike ax û war Rabe Kurdo bi hawar   Palevan werne palê Biçinin berhema salê Zebaniyên li deriyê malê Têk bibin bi yek carê."