2'yemîn konfransa Kevana Zêrîn dest pê kir 11:20 28.10.2020 Tevgera Kevana Zêrîn 2`yemîn konfransa xwe li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar xist. Delegeyên ji herêmên Cizîrê, Firat û Efrînê û bajarên Dêrazorê û Reqayê, her wiha nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan ên kantona Qamişloyê beşdarî konfransê bûne. Konfrasnê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mihemed lidarxistina konfranê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Em ji bo birêxistinkririna xwe li ser esasê çand û hunera jina azad û li gorî xeta neteweya demokratîk, konferanaa xwe li dar dixin.” Rûken diyar kir ku divê ew li hemberî siyasetên dagirkeran ên guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bisekinin û çand û nirxên şoreşa xwe ji xetereya îmhakirinê biparêzin û got: “Qirkirin ne tenê li ser gelê me ye, lê belê li ser çanda me ye ku hebûna me îspat dike.” Rûken Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em bi rêya konfransê hêvî dikin ku xebatên Kevana Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî herêmên Sûriyê, bên pêşxistin da ku em çand û folklora gelan biparêzin.” Konferans dewam dike.  (cx) ANHA