Ji 5 kesan yek wê bi pençeşêrê bikeve 09:17 18.12.2020 Li gorî rapora CIRC'ê, 2020'an li ser 19,3 milyon kesan pençeşêr hatiye tespîtkirin, 10 milyon kes jî ji ber celebên cuha yên pençeşerê mirin. Di raporê de tê diyarkirin, heke wiha biçe siberojê her ji 5 kesan yek jê dibe ku bi pençeşerê bikeve, ber bi sala 2040'î ve salê hijmara weqayên pençeşerê wê bibe 28,4 milyon, ev jî li gorî 2020'an dibe 40 ji 100'î zêdebûn. Li gorî eynî raporê tûtin, jiyane bêtevger, kîloyên zêde û bi xweşikî nexwaarina xwarinê weqayên pençeşerê zêde dike û dibe sedema mirinan. Li gorî vê ji 8 mêran yek jê wê bi pençeşerê bimire, her wiha ji her 11 jinî yek jê bi pençeşerê dimire.