Clinton û keça xwe amadekariya rêzefîlmeka li ser YPJê dikin 05:41 26.01.2021 Hate ragihandin ku şirketa produksiyonê HideenLight ya Wezîra Karen Derve ya DYAyê ya berê Hillary Clinton û ya keça wê Chelsea Clinton, mafê kişandina rêzefîlmeka TVyê ya pirtûkeka li ser şervanên YPJê hatiye nivîsîn, kirîne.   Pirtûka bi navê ”Çîroka Keçên Kobaniyê: Serîhildan, wêrekî û edalet”, ji aliyê nivîskar Gayle Tzemach Lemon ve hatiye nivîsîn.    Clinton derbarê vê projeyê de daxuyaniyek da û wiha got: Pêşkêşkirina ”Çîroka Keçên Kobaniyê” ji hemû cîhanê re, kelecaneke mezin e û ji vê kelecanê mezintir nîne. Keçên Kobaniyê ji bo edalet û wekheviyê bi dilêrî û lehengî şer dikin, vegotineke bêhempa ye ev.