”Dotên Kobaniyê” ket lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş” 11:03 13.06.2021   Nivîskarê Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon têkoşîna jinên kurd ên li dijî çeteyê DAÎŞê vedibêje. Pirtûka bi navê ”Dotên Kobaniyê: Çîroka Serîhildan, Dilêrî û Dadmendiyê” (Daughters of Kobani) di a Amazon’ê de di lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş Ên Heya Niha” de ye.   Nivîskar Gayle Tzemach Lemmon di rûpela xwe ya medyaya civakî de wiha ragihand: ”Dotên Kobaniyê: Çîroka Serîhildan, Dilêrî û Dadmendiyê” (Daughters of Kobani) di a Amazon’ê de di lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş Ên Heya Niha” de ye. Dema hûn dizanin çîrokek heye û divê hemû cîhan pê bizane û hûn vê çîrokê parve dikin, hûn pêre xiyal jî dikin ku ev alîkariya mirovan dike ku mirov bi awirekî din li jiyanê binêrin. Spasiya we hemuyan dikim hûn bûne alîkar û ez gihiştime vê xiyala xwe.   Beriya vê jî, fîrmaya Wezîra Karê Derve ya Amerîkayê ya berê Hillary Clinton û ya qîza wê Chelsea Clinton Hidden Light Prodüksiyon, mafê  bernameya TV´yê ya pirtûka bi navê ”Dotên Kobaniyê: Çîroka Serîhildan, Dilêrî û Dadmendiyê” (Daughters of Kobani) stendibû.