Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê bi dawî bû 05:15 03.07.2021 Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya li navçeya El-Cirinyê, bi beşdariya 7 tîmên zarokan ji Tebqa û El-Ciriniyê, bi dawî bû. Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî Elaya di roja dawîn a mîhrîcanê de axivî û  bixêrhatina beşdaran kir û piştrast kir ku armanca sereke ya mîhrîcan û çalakiyên zarokan ew e  ku erêniya hunerê û bandora wê li ser civakê bi tevahî were eşkerekirin. Di roja dawîn a mîhrîcanê de, Koma Beraim El-Firat a stranan, Zarokên Firatê, Zarokên Aştiyê, Koma Strana Mîrata Kurdî, Koma El-Zihûr, Koma Stranên El-Ciriniyê û El-Ciriniyê ya hunerên gelêrî beşdar bûn. Tevahî tîmên beşdar, di pêşandanên xwe de girîngiya piştgirî û pêşxistina behreyên zarokan di tevahî warên hunerê de û girîngiya pevguhastina çandî di navbera pêkhateyan de, nîşan dan.  Hêjayî gotinê ye ku mîhrîcan di 30'ê Hezîrana de li bajarê Tebqayê dest pê kiribû û di roja duyemîn de li bajarê Mansûra berdewam kir û li El-Ciriniyê bi dawî bû. (dx) ANHA