Li Tirbespiyê çalakiyên hefteya çandî berdewam in 09:32 25.07.2021 Di çarçoveya çalakiyên Tevgera Kevana Zêrîn yên hefteya çandê de ku li navçe û bajarên herêma Cizîrê li dar dikevin, îşev bi beşdariya bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji Kurd, Ereb û Suryan li navçeya Tirbespiyê şahiyeke hunerî li dar ket. Şahiya hunerî li baxçeyê Qews ê li pêşiya têketina rojavayê navçeyê, li dar ket. Destpêka şahiyê beşdaran deqeyeke rêzgirtin girt,  piştre koma Stêra Zêrîn a Qamişlo komeke stranên folklorî gotin û hunermend Evîn Bîlal a ji Efrînê çend stranên xwe gotin. Koma Şehîd Delîla Agirî ya ji Amûdê stanên foklorî pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû. (eh) ANHA