Li Qamişloyê fûara pirtûkan dest pê kir 07:27 29.07.2021 Li Qamişloyê Fûara Pirtûkan a 5'emîn a Şehîd Herekol dest pê kir. Fûara ku eleqeyeke mezin jê re heye wê 8 rojan dewam bike. Fûarê serê sibehê li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo dest pê kir. Ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îtalya, Lubnan, Başûrê Kurdistanê 44 weşanxane tevlî fûarê dibin. Di fûarê de wê 150 hezar pirtûkên 13 hezar nivîskarî bêne nîşandan.