SEMÎNER: KURD DI DÎROK Û DI SIYASETA NAVNETEWEYÎ DE 09:50 05.11.2022 Şeva pêncşemê Partiya Çep a şaredariya Vadstenayê li ser dîroka kurd û di siyaseta navneteweyî de kurd semînerekorganize kir û semîner ji aliyê nivîskar û berpirsê malpera me Mahabad Felat ve hat dayîn.   Di semînerê de Mahabad Felat ji dîroka Kurdistanê serdema Xorriyan heya Rojava û niha Rojhilat û ziman, çand, kevneşopî û durûtiya siyaseta navneteweyî û encamen wê, kiryarên Bloka Rojhilat û encaman wê yên li ser têkoşîn û erdnîgariya gelê kurd, têkoşîna gelê kurd û encam û bandorên wê li ser herêmê û cîhanê, axivî.   Mahabad Felat herwiha qala Apoîzmê, felsefeya jiyanî ya Apoîzmê û qala konfederalîzmê jî kir. Ev beş pir zêde balê kişand û li ser nêrîna beşdarên semînerê ya derbarê Tevgera Azadiyê û rêberayetiya wê de bandorên pir erênî kir.   Semîner bi baldariyeka mezin hate gohdarî kirin û gelek pirsên balkêş ên di çarçoveya mijara semînerê de û di çarçoveya Apoîzm û konfederalîzmê de hatine kirin.   Li gor nirxandina Partiya Çep jî, gelek tiştên ku medya Swêdî û Ewropî tercîh dikin ku nebêjin di semînerê de hebûne û semîner pir baş û pir balkêş bûye.   Amîda Kurd