Bernameya mijdarê ya Şaneşîn Performans 11:46 26.10.2023 Şaneşîn Performans ku weke sahneyeke alternatîf li Mêrdînê hatibû damezirandin, bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Şaneşîn Performans piştî ku sahneyekê ji xwe re ava kir di meha Mijdarê de bernameyeke bi rêk û pêk ya mehane parve kir.  Di bernameya Şaneşîn Performansê de lîstika bi navê Şengê û Pengê jî heye ku ji bo zarokan hatiye hazirkirin. Her wiha lîstikên din jî ev in ku ew ê di meha Mijdarê de li Şaneşîn Performansê derkevin ser dikê;  Cîhana Tenêtiyê-Şanoya Kanî Bokan Mirina Jeanne D’Arcê Ya Din-Şanoya Bajêr a Amedê Şêxê Sen’Anî- Şaneşîn Performans Înfaz-Şaneşîn Performnas MÊRDÎN YENI ÖZGÜR POLITIKA