Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd nêzî 3 milyon û 700 hezar îmze 09:35 08.04.2024 Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’ê Sibatê bi daxuyaniyekê ku li bajarê Qamişloyê hatibû dayîn, kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Hema, Humis, Laziqiye, Sweyda, Quneytera, Selamiye û Tertûsê îmze hatin komkirin.   Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê encamên kampanyayê aşkera kirin. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişloyê hate dayîn û ji aliyê endama însiyatîfê Aynûr Paşa ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kampanya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 9’ê Sibata borî destpê kir û di 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dawî bû.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Sûriyeyê bi hemû netewe, mezheb û beşên di vê demê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin û bi îmzeyên ku dane, peyam dan tevahî hêzên komploger. Her wiha hate diyarkirin ku ev peyam di heman demê de asta hezkirin, piştevanî, baweriya bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û israra gel a ji bo pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan nîşan dide.   Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kampanya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh destpê kir û belavî bajarên din wekî Şam, Heleb, Selemiyê, Humis, Hema, Siwêda, Laziqiyê û Quneytîra bûn. Hate diyarkirin ku berfirehbûna kampanyayê asta girêdana tevahî, netewe, mezheb û beşên civakê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsbat dike û hate gotin: "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, aloziya Sûriyeyê jî di nav de ji tevahî doz û pirsgirêkên bi girêk ên asêmayî yên li Rojhilata Navîn re zemîna çareseriyê ye."   Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji ber baweriya me bi girîngiya rola Konseya Yekitiya Ewropayê, rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan di çareserkirina doza Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de em ji wan dixwazin ku rola xwe aktîf bikin û îrade û daxwaza tevahî gelên ku bi doza wî bawer in, li ber çavan bigirin.   Encamên komkirina îmzeyan wiha ne:   Minbic: 711,180   Reqa: 701,845   Qamişlo: 625,343   Hesekê: 603,800   Dêrezor: 337,70   Tebqa: 281,332   Firat: 134,570   Heleb: 103,857   Efrîn û Şehba: 51,212   Hundirê Sûriyeyê: Şam, Heleb, Laziqiye, Suweyda, Quneytera, Selamiye, Tertûs, Hama, Hums: 6,243   Koçberên Kurd li Lubnanê: 12.000   Hêzên Parastina Civakê: 100.000   Hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê: 3 669 090”   Di dawiya daxuyaniyê de spasiya her kesê ku tevlî vê kampanyayê bû û îmze dane hate kirin.