Remzî Zengîn êdî bi Kurmancî, Soranî, Zazakî, Îngilîzî, Almanî û Swêdî li vir e 11:56 07.04.2026 Amîda Kurd di 21 saliya xwe de rûbergê fireh dike. Hûn hemû dikarin hesabekî ji xwe re vekin û her cure nivîsên xwe di kategoriyên (gotar, çîrok, helbest, nirxandin, ger, werger, wêjeyî û hin wekî din) wê de biweşînin. Hûn dikarin nûçeyan binivîsin û rojnamevaniyê bikin. Hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin û par bikin. Hûn dikarin wergera gotarên rojevê wergerînin 3 zaravayên Kurdî û li vir biweşînin. Hemû dê bi îmzeya we û wêneyê we yê profîlê were weşandin. Û niha em em nivîskarekî xwirt ê siyasî li xwe zêde dikin. Siyasetmedar û nivîskar Remzî Zengîn êdî dê bi 3 zaravayên Kurdî û 4 zimanên biyanî li vir be. Ew di mijarên siyasî û navnetewî de hem cîhanê hem jî herêmê pir baş dişopîne û em bawer dikin ku wergera gotarên wî dê ji aliyê biyaniyan ve jî were xwendin. Ew, dê nivîsên xwe yên Tirkî li Nûpelê bidomîne, em dê nivîsên wî bi Kurdî û 4 zimanên biyanî biweşînin. Hûn dikarin li vir ji hemû nivîskarên Amîda Kurd re Peyamên Taybet binivîsin û bi wan re têkiliyê daynin. Û em dê mizgîniya nivîskarên nû bidomînin. Em dê ala Kurdî bilind bikin. Me bişopînin.