Wêne: Xwepêşandana Dihokê 07:31 24.08.2011 Pukmedia - Ji ber nerihetî û nerazîbûna li hemberî top û bombebarankirina Tirkiyeyê û Êranê li dijî Herêma Kurdistanê,  gelê bajarê Dihokê li ber avahiya zanîngeha Dikokê li hev civiyan û dest bi xwepêşandaneke aştiyane kirin û ew kiryarên nerewa bi tundî şermezar kirin. Her wiha di wê xwepêşandanê de, alên Kurdistanê û siloxanên wekî bila bombebaran û topbaranên ku bûne sedema şehîdbûna welatiyên sivîl û koçberkirina akinciyên li ber sînoran bêne rawestandin. Di heman demê de, xwepêşandanan ji saziyên navnetewî daxwaz kirin ku li hemberî kiryarên Tirkiye û Êranê yên nerewa ku ewlehiya navçeyê têk dide helwest wergirin û bi awayekî fermî şermezar bikin.