Li navenda Şemizînanê şerek dijwar 04:37 12.09.2011 Li navenda navçeya Şemizînanê di navber gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de şere dijwar qewimî. Di encama gullebarana leşkerên Tirk de Osman Erbaş ê 14 salî û Tayyar Gureî yê 35 salî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di şer de herî kêm 1 astsubay û polîsek hatine kuştin, 7 jê cendirme 10 kes birîndar bûne. Li navçeya Şemizînan a Colemêrgê, seat di derdorê 22.00 li dijî midûriyeta emniyeta navçeyê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de şerek dijwar qewimî. Hat diyarkirin ku polîs û leşkeran rasterast herêmê gullebaran kirin. Li gor agahiyên Şaredarê Şemizînan Sedat Tore dane di dema şer de di garaja cendirmeyan de şewat derketiye. Di encama gulebarana leşkeran de Osman Erbaş û Tayyar Gurelî yên di daweta li ber Şaredariya Şemizînan bûn jiyana xwe ji dest dan. Li gor agahiyên ne teqez, di encama şer de leşkerek û polîsek mirin. Her wih welatiyên bi navê Mesut Demir, Resul Çetin û Bilal Özer ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaney Dewletê ya Şemizînan û Geverê. Xizmek ê birîndaran diyar kir ku dema wî bihîst xizmê wî birîndar bûye, bezî çû nexweşxaneya Şemizînanê, lê li ber deriyê nexweşxaneyê polîsan li wî xistin. ANF NEWS AGENCY