Twîtên Zimanê Kurdî - Kirde û Bireser 03:34 05.12.2012 Mijara Îşev: Kirde û bireser (Özne ve nesne) Ji bo hevalên ku nû tevlî bûne; dersa kurmancî her şev saet di 10:00'an de ye. Kes an jî tiştê ku kar, tevger, kirin û bûyînê pêk tîne, kirde ye. Di hevokekê de dema ku ji lêkerê pirsa “kî/kê û çi” tê pirsîn, bersiva ku bi dest dikeve, kirde ye. Mînak: Li gorî Dema Niha: Mînak: Dîlan diçe dibistanê. Kî diçe? Kirde >>> Dîlan Mînak: Xwendekar sparteka xwe çêdike. Kî çêdike? Kirde >>> Xwendekar Mînak: Ez ji gulan hez dikim. Kî hez dike? Kirde >>> Ez Mînak: Tu diçî seyranê. Kî diçe? Kirde >>> Tu Mînak: Berf li ser Çiyayê Araratê spî dike. Çi spî dike? Kirde >>> Berf Mînak: Agirê Newrozê geş dibe. Çi geş dibe? Kirde >>>> Agirê Newrozê Mînak: Ji bo bikaranîna kirdeya veşarî, nîşeyeke girîng! Di d. niha, d. bê û di demên borî yên bi lêkerên negerguhêz de, li gorî hin rêbazan kirdeya veşarî (gizli özne) jî tê bikaranîn Heta vê derê pirs hebin, kerem bikin! Mînak: Sêvê dixwim. (di qertafa kesane de em fêm dikin ku kirde “ez” e.) Mînak: Daran av didî. (di qertafa kesane de em fêm dikin ku kirde “tu” ye.) Mînak: Gulan difiroşe. (di qertafa kesane de em fêm dikin ku kirde “ew/yekjimar” e.) Mînak: Kulîlkan diçînin. (ji ber ku qertafên kesane yên pirjimar aîdê sê cînavkan in, mirov tê nagihîje ku kirde kî ye.) Dema ku em bibêjin; “Kulîlkan diçînin” dibe ku kirde “em, hûn an jî ew/pirjimar be. Ji ber vê yekê jî kirdeya veşarî tenê bi “Ez, tu û ew/yekjimar” dikare bê bikaranîn. Lê di demên borî yên bi lêkerên gerguhêz de kirdeya veşarî nayê bikaranîn. Mînak: Dema ku em bibêjin: “pirtûk çap kir.” Di vê hevokê de ne diyar e ku pirtûk ji aliyê kê ve hatiye çapkirin. “Pirtûk çap kir.” Dibe ku ‘min, te, wî, wê, me, we, wan’ pirtûk çap kiribe. Sedemê vê yekê jî ew e ku: qertafên kesane yên van cînavkan tunene. Dema ku qertafên kesane tunebin, kar ji aliyê kê ve tê kirin, ne diyar e. Mînak: Dîlanê stran got. Kê got? Kirde >>> Dîlanê Mînak: Azêd rojname firotin. Kê firot? Kirde >>> Azêd Mînak: Zarokan spartek çêkirin. Kê çêkir? Kirde >>> Zarokan Mînak: Mamoste name nivîsî. Kê nivîsî? Kirde >>> Mamoste Berdewama mijara îşev, sibê ye. Pirsên we hene gelo? :)