Twîtên Zimanê Kurdî - Yekjimarî û Pirjimarî 04:03 08.12.2012 Mijara Îşev: Yekjimarî û Pirjimarî ye. Yekjimarî û Pirjimarî Wekî ku me berê jî gotibû, di zaravayê kurmancî de peyvek bi serê xwe tu car pirjimar nabe. Di zaravayê me de hêmanên ku yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin, hene. Ji van nîşeyan jî xuya dibe ku yekjimarî û pirjimarî di sazkirinê de derdikevin holê. Hêmanên ku yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin, qertaf in. 1-Qertafên Kesane, yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin. 2-Qertafên Zayendê, yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin. 3-Qertafên Tewangê, yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin. Ji xeynî van qertafan, hêmanên ku yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin, hejmar (sayı) bixwe ne. Bi Qertafên Kesane, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê; (im-î-e-in/me-yî-ye-ne) Mînak: Ew, zarok e. Ew, zarok in. Pênûs, di destê min de ye. Pênûs, di destê min de ne. Mînak: Gul, li ser maseyê ye. Gul, li ser maseyê ne. Bajar, gelek mezin e. Bajar, gelek mezin in. Mînak: Dozger, li dadgehê ye. Dozger, li dadgehê ne. Xwendekar, jîr e. Xwendekar, jîr in. Mînak: Keçik dilîze. Keçik dilîzin. Mamoste pirtûkê dixwîne. Mamoste pirtûkê dixwînin. Wekî ku di mînakan de jî tê dîtin, di van hevokan de ne ji qertafên kesane be, em ê tê negihîjin ku yekjimar e yan pirjimar e. Bi Qertafên Zayendê, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê: (a/mê/yekjimar, ê/nêr/ yekjimar, ên/pirjimar) Mînak: Keçika delal. Keçikên delal. Dayîka aştiyê. Dayîkên aştiyê. Zaroka şûm. Zarokên şûm. Mînak: Sêva sor. Sêvên sor. Gula zer. Gulên zer. Pirtûka stûr. Pirtûkên stûr. Kêra tûj. Kêrên tûj. Mînak: Xortê leheng. Xortên leheng. Birayê min. Birayên min. Zarokê şûm. Zarokên şûm. Mînak: Zebeşê Amedê. Zebeşên Amedê. Êzingê hişk. Êzingên hişk. Şûrê tûj. Şûrên tûj. Bi Qertafên Tewangê, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê: ê/yekjimar/mê, î/yekjimar nêr, an/pirjimar) Mînak: Keçikê, stran got. Keçikan, stran got. Dayîkê, şîv çêkir. Dayîkan, şîv çêkir. Mînak:Delal, sêvê dixwe. Delal, sêvan dixwe. Ez, gulê bêhn dikim. Ez, gulan bêhn dikim. Mînak: Lawikî, stran got. Lawikan, stran got. Em, zebeşî dixwin. Em, zebeşan dixwin. Mînak: Tu, beranî dibî çolê. Tu, beranan dibî çolê. Dîlan, hevalî dibîne. Dîlan, hevalan dibîne. Bi hejmaran, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê: Dema ku em bixwazin peyvekê yekjimar nîşan bidin, em ê ji hejmara “yek” sûd wergirin (yek > y/ek) Mînak: Hevalek, sêvek, gulek, keçikek, xortek, dayîkek, şûrek, kêrek, beranek, zebeşek, zarokek... Bi hejmarên din, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê: Du heval, pênc sêv, bîst gul,şêst xort, hezar dayîk û hwd. Mijara îşev qediya. Pirsên we hebin, ez dikarim bibersivînim.