Twîtên Zimanê Kurdî - Li Gorî Peyvsaziyê Navdêr 04:37 10.12.2012 Mijara Îşev: Li Gorî Peyvsaziyê Navdêr Li Gorî Peyvsaziyê Navdêr: 1) Navdêrên Xwerû; (yalın isimler) Navdêrên Xwerû; Ev cure navdêr, bi tu awayî qertaf nagirin û xwe bi xwerûbûna xwe diyar dikin. Mînak: Av, ax, mirov, dest, kon, mal, mar, zevî, dar, gul, şev, roj, berx, gel… 2) Navdêrên Hevedudanî: (birleşik isimler) Navdêrên Hevedudanî: ji du yan jî zêdetir hêmanan pêk tên. Hêmanên ku vê cureya navdêrê pêk tînin... ...divê her yek xwedî wateyeke serbixwe be. Mînak: Jintî, jinxal, çavreş, porsor, pordirêj, keybanû, avahîsaz, bejinzirav, marmasî… Nîşe: Ji rengdêrên çawaniyê (Niteleme sıfatları) gelek Navdêrên Serenav pêk tên. Mînak: Rûgeş, Rûken, Gulbîn, Xemrevîn, Gulgeş, Dilgeş... Nîşe: Dema ku ev rengdêr bibin serenav (özel isim) bi tîpên mezin, dema ku wekî rengdêr bên bikaranîn, bi tîpên hûrdek (tîpên biçûk) dest pê dikin. Mînak: Ew, hevaleke xemrevîn e. Navê hevala min, Xemrevîn e. Xemrevîn, li malê ye. Mînak: Ew, keçikeke rûken e. Navê hevala min Rûken e. Rûken li malê ye. Heta vê derê pirs hebin, ez bibersivînim. 3) Navdêrên Pêkhatî: (türemiş isimler) Navdêrên Pêkhatî, ji du yan zêdetir hêmanan pêk tên. Ji van hêmanan divê hêmanek bi wate, yên din bê wate bin. Navdêrên Pêkhatî, bi piranî ji navdêrek û qertafan pêk tên. Mînak: Gulistan, daristan, goristan, aşvan, berxvan, gavan, dergevan… Mijara Îşev qediya. Ji bo tevlîbûn û alîkariya hemû hevalan, gelek spas! Şevbaş!