Twîtên Zimanê Kurdî - Mijara Îşev: Çewtiyên Axaftinê 04:43 11.12.2012 Mijara Îşev: Çewtiyên Axaftinê Mijara Îşev Kesên ku peyvên tirkî li nav axaftina xwe dixin, ev mijar ji bo we ye. Di mijara îşev de em ê li ser çewtiyên axaftinê bisekinin. Li gorî formatê hûn dikarin hevokên xwe bipirsin. Çewtiyên Axaftinê: Çewt >>> Ez nikarim xwe îfade bikim. Rast >>> Ez nikarim xwe bînim zimên/Ez nikarim xwe derbibirim. Çewt >>> Gere ez herim. Rast >>> Divê ez (biçim) herim. Çewt >>> Gere em ji bo zimanê xwe mucadele bikin. Rast >>> Divê em ji bo zimanê xwe têbikoşin. Çewt >>> Ez ê li qûrûma ziman üyelixa xwe çêkim. Rast >>> Ez ê li saziya zimên, endamtiya xwe çêbikim. Çewt >>> Tu cixareyê vedixwî? Rast >>> Tu cixareyê dikişînî? Çewt >>> Wî, oya xwe qûllanmîş kir. Rast >>> Wî, dengê xwe bi kar anî. Çewt >>> Ez çîrokê yaz dikim. Rast >>> Ez çîrokê dinivîsim. Çewt >>> Bawer, qezetê dixwîne. Rast >>> Bawer, rojnameyê dixwîne. Çewt >>> Zarok, ji dersê gerî qalmîş bûn. Rast >>> Zarok, ji waneyê şûnde man. Çewt >>> Ji bo ku em îlerlemîş bibin... Rast >>> Ji bo ku em pêş ve biçin... Çewt >>> Me gelek emek dabû. Rast >>> Me gelek ked dabû. Çewt >>> Zozan Heval, Baran Heval... Rast >>> Hevala Zozan, Hevalê Baran... Çewt >>> Em te takîb dikin. Rast >>> Em te dişopînin. Çewt >>> Ez li benda teme Rast >>> Ez li benda te me. Çewt >>> Çaqtirmîş neke! Rast >>> Neyne ser eynê xwe. ;) Çewt >>> Ez di golê de yüzmiş dibim. Rast >>> Ez di golê de avjeniyê dikim. Çewt >>> Tu xwe pir begem dikî. Rast >>> Tu xwe pir diecibînî. Çewt >>> Ew pir ji xwe emîn e. Rast >>> Ew pir bi xwe bawer e. Çewt >>> Hûn pir güvenmîşê xwe dibin. Rast >>> Hûn pir bi xwe ewle ne. Çewt >>> Em ê di zemanekî genîş de xeber bidin. Rast >>> Em ê di demeke fireh de biaxivin. Çewt >>> Yanlış fêm neke! Rast >>> Şaş fêm neke! Çewt >>> Em di yürüyüşê de rastlaşmîş bûn. Rast >>> Em di meşê de leqayî hev hatin. Çewt >>> Qoniya îşev jî sonlanmîş bû. Çewt >>> Sona me bi xêr! We begenmîş kir înşallah Ji bo tevlîbûn û alîkariya hemû hevalan, gelek spas...