Bê te xewa bê xewn im 07:31 14.12.2012 Çend roj im, çend şev. Didim dû xwe, perwane me. Min divê aso, lê ez girane me. Niha ewr im, dû re sayî. Ne tu me, çem û av im. Westî me ji bê gewimî, girravî me. Stranekê dibêjim, ne meqam e ne gotin. Pê bi pê dihejim Bê destpêk bi dawî me. Dexsî me, dijminê bayî Li te nafetilim her bi pê Ew disoje dil, tirrafe me. Her gotin im, tu ne ziman. Lew nebûm ne pêşgir e ne paşgir. Bêyî te ez ê pêşiyan im. Tu gotinek pozbilind, li dû te bêhnok têm. Çendî bêhn vedidî û disûrikî, Dilperitî ez lew nebûm xalek. Ne batêwerdan im, min ji te bawer. Felsefeya xemla te me, Belam tu guherbar, ez guhare me.