Topa Fitaran 03:08 22.12.2012 Rovî li daristanê digere, hêtek pezkovîyê li goşîyê darê daliqandî dibîne, birçî ye, lê şikan dike. Li dora wê dihere û tê dibîne ku bi tayekî ve bombe girêdayî ye, jê bi dûr dikeve,  piyê xwe dixe bin serê xwe û radikeve. Demek dibibure gur tê, hêta pezkoviyê û rovî dibîne. Ji rovî dipirse: - Tu çi dikî? - Ez radikevim. - Va ye li vir heye. - Erê heye. - Te çima nexwar?     Rovî bi nazikî bersivê dide: - Ez îro bi rojî me.     Gur ji xwe bawer dibêje: - Ez ê bixwim, wê çaxê. - Fermo, noşîcan be ji te re.     Gur xwe dirêjî hêtê dike, bombe diteqe. Toz û dûman tevlihev dibe, gur deh metroyan dipengize, birîndar dinale. Rovî radibe û dest bi xwarina hêtê dike. Gur dibîne û dibêje: - Hey bê şeref, ka tu bi rojî bû? - Weh! Ma qey dengê topa fitarê nehat te jî?