HEVAL KENAN/rojhat avaşîn 01:07 03.02.2013 Weke kulîlkan, tu nemir î û namir î Te diparêze ew ax ,axa ku tu diparêzî Bikevî bin wê axê jî nav gel de tu dijî Bi ava bîranînê tu yê herdem bêhn bidî Stêrkek terişî îşev li asîmanê şehîdan Weke stêrkên nas,stêrka Heval Kenan Di bîra me de hilhatî ye, kaniya wan Bi rojê re rêberê me yên van deman Heval Kenan bi xeyala azadiya gelan Didît bi bajaran re rizgarî li ser çiyan Li bajaran her dilbirîn bû Heval Kenan Evîna wî bû li ser çiyan, azad û şervan Li bajaran di xebitî bi çand û huneran Li ser çiyan têdikoşî bi raman û çekan Dilê wî li ber xwe nedida êdî bo çiyan Ji bo evîna dil û hişê xwe, ket ser rêyan Rêyan xwe kurt kir, bo dilê Heval Kenan Dilê kulîlkan ra bibûn ser linga û piyan Dilê evîna wî, erdnîgariya axa kurdan Dil lê dixe ji bo keç û xortên kurdan De werin, de werin em li ba va hevalan Di wan de dihewe,aramî,azadî û raman Evîna dil û hişê me hevalan li ser çiyan Weke Heval Kenan ji bo xwezaya gelan