Ji çiyayê dilêmin re 09:02 20.02.2013 Ji çiyayê dilêmin re Seriyekî qucûcanî  bi heşmeta çiyanî  çavên xezalî di rengê jiyanî  li me zêde bû  par dawiya zivistanî Sê sed û şêst û pênc roj in  jiyan bi te dimeyê  xiyala her dildarî  raza çîrokên şevên dirêj  kulîlka gula heftreng î  û diyariyek pîroz... ji germahiya welêt bi dûr  li cemsera cîhanê  li welatek sar û tarî  û hêviyên qerisî  di nav çûnehata man û nemanê de  bi xwêdaneka sar a mirinê ya li ser eniya min  dilekî pirpitî  rondikên bi ser hinarokan ve herikî  ji nav janên xewn û xiyalên min  bi her heft rengên xwe ve û bêyî girî  Te veda Şeveka bi saw û pir dirêj  du çavên beloq û awirên tûj  piştî lêgerînekê bi çavên min re bûne yek  kêliyek Xudayî  kêliyek bi raz û efsûnî  jiyan rawestiyabû  û hemû gerdûn di nav temaşeya vê dîmenê de  mest û serxweş  Axx Xuda, çiqasî germ, çiqasî jiyan, çiqasî xweş... Bi ser çavên xezalî ve  mîna tîrêjên rojê ne ew bijang  bi ser cemeda dilê min ve  û mîna sîwanek bi ser kul û keseran  û hemû cirnexweşiyên jiyanê ve xwe wer dikin Kana hebûna min  çiyayê dilê min  Mizgîniya bihara min  ev bû du zivistan berfîn serî hil nadin ji nav berfê  di nav hesûdiya xwe de mane veşarî Reng û dengê şahiya min  Zagrosê min  Hesûdiya li dilê mala Zal  Zoravê min Tu bi xêr û xweşî hatî... Mahabad Felat Arda  2013-02-20 / Stockholm¯