SALVEGER 10:38 19.03.2013 SALVEGER   Newroz, mizgîn û pîroz e Mizgîna serkeftina azadî Azadiya şervanên gelê Arî   Îro newroz e, 21ê adar e Cejna berxwedan û vejîn e Îro li her jîngeha Kurdan e Dadaye me agirê  şêrên Arî   Îro newroz e û him jî bi doz e Tev  bi can û dilê me Kurdan e Xelat e, xelata bav û kalan e Ji keç û xortên me Kurdan re Serkeftina bav û kalên me Arî   Rabûne keç û xortên me yên demî Li ser çîya û zinaran dikin tilîîîîîî... Bidest xistine gernasîya şêrên Arî Derdikin xwînxwarên welatê Arî Saz dikin dîsa mîna welatekî Arî   Newroz, mizgîna buhar û jîn e Newroz, xemrîna azadî û aştî ye Di dilê zarok û ciwanan de zîl e Dişkoviye dîsa kulîlka newroz e Li kuçe û qadên Kurdistana me