Bêriya te dikim 04:28 17.04.2013 Di 135 xiyalan de  li te digerim.  Her carê  135 carî bêhn li min diçike  û  dibe 135 rondik  ji ser hinarokên min ve  bi ser kesera salan ve diherike  û  bêriya te dikim. 135 giravî dikim gorî  ji yek tîrêjeke te re  û  bêriya te dikim. Dil 135 parçe  û  mîna zarokek nûbûyî  li stargeha xwe bigere  li te digerim  û  bêriya te dikim Xwe li siya dilê xwe digirim  sebra xwe tînim  û  bêriya te dikim 135 car in diricifim  li benda Roja xwe  135 car in  serê xwe datînim  ser dilê zarokekî  û  bêriya te dikim 2011-11-04