2 tevîn 2 dike çend? 07:14 02.09.2013 Ji gelek pîşekaran pirsa "2 tevîn 2 dike çend?" pirsîne. Endezyar rastkêşa xwe derxistiye û bir vir û wir ve biriye û aniye û gotiye: "Dike 3,99". Fizîkzan li referansên xwe yên teknîk nihêriye, ji bo pirsê di komputera xwe de çareser bike bernamesaziyê dike û dibêje: "Di navbera 3,98 û 4,02'an de ye". Matematîkzan hinekî difikire û dibêje "ez nizanim, lê ez dikarim bêjim ku heye". Felsefezan dimizice û dibêje: "Tu bi gotina 2 tevîn 2 dixwazî çi bêjî?" Mentiqzan dibêje: "2 tevîn 2'ê wiha teqez bide naskirin?" Xwendevanê Tibê dibêje: "4". Yên din hemû apore dibin û şaşo maşo dibêjin: "Te çawa zanî?" Xwendekarê Tibê dibêje: "Min ji ber kiribû".