ŞENGALA PÎROZ 08:10 10.08.2014 Ez b'derdê Gelîyê Zîlan k’ewgirîm, Ji bo gorîyên Agirî nalîyam, Ez ji bo derdê K’oçgirî zaryam… Derdê Çarç’irayê dilê min hingavt, Û derdê Amûd û Qamûşlokê, Û kula ewan zar’ên Helebçê… Û kula giran – hevtê û sê ferman – Fermanên li ser Şengal-Lalişê! Ma tenê ev bûn, lê ji bilî vana?! – Hevtê û çend ferman anîne ser me?!.. Ez k’îjan derdî îro nav bikim – Ez k’îjan kulê bînim ber ç’avan?! Welat seranser bû derya xwînê… Û dîsa hatin ser Axa Pîroz – Weke seyên har, gurên berat’ê!.. Şengala kevnar, çendik çend caran P’akrewan bûyî, lê dîsa weke Gula bihuştê, car din şîn bûyî!.. Û dema îro dîsa hewar e, Û dema îro dîsa ferman e, Hîç kes nikare, me bip’arêze, Ger em nebin yek - nebin hêzekê – Ji bo xatirê Dayka Nîştîman, Ji bo xatirê p’akr’ewanên xwe, Ji bo r’izgarîya gelê zêryayî… Ku K’urdistan jî li r’û cîhanê Serbest û azad bijî, gulvede! Ku em jî weke gelên cîhanê – Bi hemû r’engên k’urdistanî va – Wek xelkên dine serbilind bijîn! An – na, wê car din fermanê bidin, Dîsa êrîşan wê bînin ser me – Êrîşên barbar – ewên hov û har! Û emê dîsa bêne zêrandin, Û dîsa xwîna meyê bir’ije, Û dîsa emê bibin p’enaber – Hêsîr, segedan li serê r’êyan bin, Bin p’êyê dijmin da bibine gorî – Û winda bibin – bê wat’e û armanc! Gelo ne bes e?! Û heya k’engê?! Bersîva evê pirsê k’îyê bide? – Her bi xwe emê bibine bersîv – Bi bir’yara xwe, Bi helwesta xwe, Bi yekîtîya xwe Û bi cenga xwe – Cenga r’izgarîyê! Tu bi bawer be, Şengala Pîroz, Îro fermana te t’enê nine, Ewa fermana net’ewa k’urd e! K’urd û K’urdistan îro bûye yek, K’urd û K’urdista r’abûye ser p’êyan, Û r’izgarîya te wê bi xwe bîne, Azadîya xwe jî wê bigihîne… Û tuyê bibî ewê cîgehê, Li k’u yekîtîya me digihîje – Yekîtya hemûyan – ya net’ewekê, Şengala Pîroz – Xaka me r’engîn!... Korda Mad (Ezîz ê Cewo) 10. 08. 2014 Sîp’an (P’ampa K’urdan)